'Ev rapor îstismarê rewa dike'
ÎZMÎR (DÎHA) - Nerazîbûnên li dijî rapora ku Komîsyona Lêkolînkirina Parastina Yekîtiya Malbatê ya Meclîsê didome, tê gotin ku bi raporê ve tê xwestin ku berxwedana jinan a hezar salan bê têkbirin  û wiha hate gotin: "Ev rapor  tecawiza ku DAIŞ li Rojava li dijî zaroka 5 salî pêk tîne bi destê AKP'ê ve hewl didin  ku li Tirkiyeyê rewa bikin."
Rapora ku Komîsyona Lêkolînkirina Parastina Yekîtiya Malbatê ya Meclîsê amede kir û pêşkêsî Serokatiya Meclîsê kir a pêşniyara "zarokên ku rastî îstismarê tên, bi kesê ku ew îstismar kirine re bizewice" heye her diçe rastî nerazîbûnên tund tê. Rêxistinên jinan ên Îzmîrê li dijî raporê nerazîbûn nîşan dan. Endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Ozlem Nazliabaci  rapor wekî ku  nêzîkatiya dewletê ya mexdûran weke sucdar nîşan bike û mexdur ceza bike nirxand. Nazliasaci wiha got: "Bi gotina ji careke tiştek nabe dewleta ku tecawiza Weqfa Ensarê normal kir, li dijî tecawiza li Kampa Penaberan a AFAD'ê ya Belkisê bêdeng ma. Ev ne bes bû zewaza zarokan bi îstismarkaran ve 5 salan zewicandin, di vî bûyerê de ji bo  îstismarkar bi cezaya kontrola edlî guncaw dît."
'Bi destê AKP'ê çanda tecawizê tê rewakirin'
Nazliabaci destnîşan kir ku dewlet bi vî qanûnê ve îstismarkaran diparêze û wiha berdewam kir: "Ev feraset  tecawiza ku DAIŞ li Rojava li dijî zaroka 5 salî pêk tîne bi destê AKP'ê ve hewl didin  ku li Tirkiyeyê rewa bikin. Weke OGK em ê her tim li dijî vê yekê bin."
'Weke rapora şerîetê ye'
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Sînem Işik jî anî ziman ku rapora ku komîsyonê amade kiriye wekî "rapora şerîetê ye" ev yek tê wateya ku berxwedana jinan a hezar salan tê astengkirin. Işik destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn feraseta îxtidarê ya desthilatdar xwe li ser bedena jinan dide jiyandin û wiha got: "Me mînaka vî ya dawî di rapora komîsyona hevberdanê ya ku hate pêşkêşkirin de dît." Işik bilêv kir ku dewlet îstismara zayendî rewa dike. 
'Dixwazin dîroke berxwedanê ya jinan bê kuştin'
Işik da zanîn ku berxwedana jinan bi rapor û qanûnan ve tê xwestin bên kuştin û wiha got: "Divê hemû jin bi hevre xwe rêxistin bikin û van polîtîkayan   têk bibin. Jin divî li dijî polîtîkayên dewletê xwe rêxistin bikin û berxwedanê xurtir bikin."
'Em vî qanûnê nas nakin'
Ji Cazuyên Kampusê Ekîn Şahîner jî  anî ziman ku bi vî raporê ve îstismarkarên zarok tên rewakirin û ev rapor rûmeta mirovahiyê diêşîne. Şahîner da zanîn ku zewicandina zarokan bi tecawizkaran re ji fikra civakekî nexweş diqewime û ew jinên têdikoşin vê qanûnê nas nekin.
'Dem dema îsyanê ye'
Ji Cazuyên Kumpusê Ayla Ozer jî hikûmet bi vî raporê ve îspat kiriye ku piştgiriyê dide fikna baviksalar û wiha got: "Êdî em jin divî li dijî baviksalariyê û li dijî kelehên wî îsyan bikin. Ji bo jinan des dema îsyanê ye."
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							