DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Çalakiya 'Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk' dest pê dike

19 Gulan
11:40 2016

SÊRT (DÎHA) -KCD û HDP, dê bi silogana "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" li bajarê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê civin û mîtîngan pêk bîne. Mîtîng dê di 22'ê Gulanê de li Sêrtê dest pê bike û 5 hezîranê li Amedê bi dawî bibe. Dê li 22 navendan bername bên lidarxistin.

KCD û HDP, dê bi silogana "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" li bajarê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê civin û mîtîngan bîne. Mîtîng dê di 22'ê Gulanê de li Sêrtê dest pê bike û 5 hezîranê li Amedê bi dawî bibe. Mîtîng û hevdîtinên civakî yên li dijî Darbeya Qesrê dê di 22'ê Gulanê roja bazarê li Sêrtê dest pê bike. Têkildarî mijarê giştînmeyek hat belavkirin û hat diyarkirin ku salek bi şer û komkujiyan derbas bû û ew ji bo li dijî feraseta "Pergala Serokdewletiyê" dadikevin qadan. Di giştînameyê de wiha hat gotin: "Di 7'ê Hezîranê de me li dijî pergala dîktatoriyê bi hamleya 'Em te nakin serok dewlet" ketin hilbijartinê û me bend derbas kir. Me hemû hesabên ku HDP'ê di bin bendavê de bihêle pûç kir. Di 7'ê Hezîranê de bendav derbas kir. Lê Qesrê di 8'ê Hezîranede darbeyek da destpêkirin û şerê kaos û komkujiyê da destpêkirn.

Gelê me plana pûçkirin û hileşînê belav kir

Di giştînameyê de hat diyarkirin ku gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe planên wan ên perçekirin, pûçkirin û înkarê pûç kiriye.

Bernameya mîtîng û civînan ku li 22 navendan pêk tê û di 22'ê Gulanê de li Sêrtê dest pê bike û di 5'ê Hezîranê de li Amedê bi dawî bibe wiha ye:

"Sêrt; 22 Gulan saet 12:00

Misirc; 22 Gulan saet 14.00

Êlih 22 Gulan, saet 17:00

Qoser 23 Gulan saet 15.00

Wêranşar 23 Gulan saet 17:00

Qers 25 Gulan saet 12:00

Digor 25 Gulan saet 14:00

Îdir 26 Gulan saet 12:00

Bazîd 26'ê Gulan saet 14:00

Gîyadîn 26 Gulan saet 16:00

Agiri 27 Gulan saet 12:00

Panos 27 Gulan saet 14:00

Stenbol mîtîng 29 Gulan saet 13:00

Adana- Miting 29 Gulan saet 18:00

Erdîş 30 Gulan saet 12:00

Bêgirî 30 Gulan saet 14:00

Wan 30 Gulan saet 17:00

Colemêrg 31 Gulan saet 12:00

Elbak 31 Gulan saet 15:00

Payîzava 31 Gulan saet 17:00

İzmir- Miting 4 Gulan saet 17:00

Amed Miting 5 Heziran saet 16:00"

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN