Demîrtaş: Ocalan pêşveçûnê dikare biguherîne
ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Erdogan û AKP dixwezin bi rakirina destnedanê xwe hildin ewlehiyê, ji bo pêşî li darizandina xwe bigirin sererastkirinan dikin û aşkera kir ku Davutoglu jî ne kesekî demokrat, berpirsyarê kuştina welatiyên li Cizîrê hatin şewitandin e. Demîrtaş aşkera kir ku îro bi çûyîna heyetekî ya Îmraliyê re dê gelek tiştan bi xwe re biguherîne û ev tişt got: "Tenê gotineke Ocalan dikare di pêşveçûnê de gelek guhertinan bike, lê Erdogan vê yekî naxwaze."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş duh bi şev beşdarî bernameya IMC TV'yê ya ku Ayşegul Dogan pêşkeş dikir bû. Her wiha di bernameyê taybet de rojnameger û nivîskarên wekî Aydin Engîn, Celal Başlangiç û Nazli Ilicak jî di bernameyê de cih girtin û der barê pêşketinan de nirxandinên girîng hatin kirin.
'Dema di siyasetê de bi HDP'ê re serederî nekirin...'
Demîrtaş der barê "rakirina destnedanan" de axivî û diyar kir ku sererastkirin tenê ji bo darizandina wekîlên HDP'ê ye. Demîrtaş pêşniyara ku ji hêla partiya wan ve hatiye dayîn bi bîr xist û aşkera kir ku sererastkirina heyî berovajî pêşniyara wan e û ev tişt got: "Tê armanckirin ku kesên nêrîna xwe ya siyasî bîne ziman bên darizandin. Di serî de wezîr, kesên di çarçoveya sererastkirina darizandina 17-25'ê Mijdarê de dihatin darizandin di vê sererastkirinê de cih nagirin. Em ji vê re pêşnûmeya rakirina destnedanan nabêjin."
'CHP'î nabûnê dibêjin, lê erêbûnê bi kar tînin'
Demîrtaş di axaftinên xwe de CHP jî rexne kir û da zanîn ku derewên Erdogan ên bîrbirî asayî ye û wiha pêde çû: "Tişta xemgîn hewlesta partiya muxalefetê ye. Dibên 'em ji HDP'ê re li gel hev neyên dîtin' ev rewşeke xemgîn e. Dema dixwazin bêjin er ê, wê demê bila hincetên xwe bidin nîşan. Dema hûn li axaftinên CHP'iyan guhdar dikin, axaftinên wan zêdehî nayînî ne. Hemû helwesta na didin nîşan."
70 fezleke hatin amadekirin
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de piştrast kir ku der barê wî de zêdehî 70 fezleke hatine amadekirin, yek ji van jî berî ku pêvajoya çareseriyê destpê bike hatiye amadekirin û wiha axivî: "Ji ber gotinên minên wekî 'ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin', der barê min de fezleke hatiye amadekirin. Piştre hikûmetê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di demên şer û pevçûn de, dema aştî tê xwestin wekî piştgiriya terorê tê pênasekirin. Daxuyaniyên Sirri Sureyya Onder ên li Dolmabahçeyê bi rayedarên hikûmetê re hatiye dayîn, bûye mijara fezlekeyê. Deklerasyona di Newrozê de hat xwendin bû sedema fezlekeyê."
CHP ji bo ji referandûmê bireve dikar bêje 'Er ê'
Demîrtaş di dirêjiya axaftina xwe de got ku CHP ji bo ji referandûmê bireve, dikare bêje 'Er ê' û ev tişt anî ziman: "Em dengên na bi xêr û erênî dibînin. Her çendî mufetîşên AKP'ê li ber kabîneyê rêz bibin jî wekîlên AKP'ê jî dikarin bêjin na."
'Erdogan dixwaze xwe bigire ewlehiyê'
Demîrtaş bi lêv kir ku dema pêşnûme bê qanûn kirin dibe ku bê giritin jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Akademîsyenên ku ji bo aştî xwestin tên girtin, em çima neyên girtin? Rojnameger tên girtin. Pêvajoya darizandinê ji bo me qada têkoşînê ye. Ez di wê baweriyê da me ku dê qada navneteweyî hêj bêhtir serwerxt tevbigere. Dema bêjin 'em dê HDP'ê bê pêşeng bihêlin û biçin hilbijartinê' wê xwe bixapînin. Erdogan ji ber helbesta xwand çû raza. Ev yek wî da rawestandin? Rojeveke vekirî ya Erdogan heye, dixwaze xwe bigire ewlehiyê. Ew dizane wî sûcekî çiqas mezin kiriye. Demek ji ya din zûtir rayeyeke ku tayînê darêza bilind bike lazime ji wî re. Nikare tevahiya meclisê qotrol bike. Dixwaze bibe seriyê rêveberiyê, dixweze raste rast mudaxaleyî darêzê bike û xeyalên dê tu civaka sivîl li hemberî wî serî raneke dibîne. Tişta li pêş wî asteng jî HDP ye."
Demîrtaş aşkera kir ku pêvajoya şer siyaseta demokratîk jehrî dike û got ku ew tevli gotinên wekî 'Erdogan şer da destpêkirin, PKK'ê jî li gorî wî tevgeriya' nabe û wiha got: "Li holê rêxistineke dixwaze çekê dayne hebe, hûn nikarin bêjin em dê we hemûyan bikujin. Du çareserî hene: An hûnê hemûyan bikujin, an jî dê çekan daynin. Tu riya duyemîn dicerîbîni, kêliya ku tuyê bigihêjê encamê tu maseyê werdigerînî. Erdogan daxuyanî da, 'hûn aliyê min in an, aliyê PKK'ê ne?' Tu çima me du hilbijartnan de ditengijînî? Em şidetê qebûl nakin. Em dê çima li cihê ku AKP, MHP, CHP lê ye bisekinin? Her dem PKK wekî pirsgirêk dîtin. Na PKK ne pirsgirêk e, dawiya pirsgirêkekî ye. Dema Cizîr hat şewitandin em dê çima li gel AKP'ê bimînin."
'Davutoglu li Cizrîrê fermana kuştinê da'
Demîrtaş destnîşan kir ku parastvanê şewatên ku derketine holê Davutoglu ye û da zanîn ku kesê li Qesrê çi got, wî yek bi yek pêk anî û wiha axivî: "Davutoglu di bin webalê vê yekê de ye. Wî çavên xwe ji şewitandina mirovên li Cizîrê re girt. Dibe Erdogan nebe ew dê hêj zalimtir be. Ez bawer nakim Davutoglu kesekî demokrat be."
'Ocalan pêşveçûnê dikare biguhere'
Demîrtaş derbirî ku dema îro heyetek biçe Îmraliyê çav û guhên her kesî li wê heyetê ye û axaftinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ocalan der barê pêşveçûnên heyî de dikare guhertineke cidî bike. Lê ev neyê kêra Erdogan. Bi xwe di giravekî de tê tecrîdkirin."
Demîrtaş der barê hilbijartineke pêşwext de jî got ku dema hilbijartinek pêk bê, dengên partiya wan di navbera 11,2 û 11,4'an de diguhere.
(ms)