DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Ez ji bo xewnên ku hatî kuştin bêzar im'

 
19 Gulan
09:12 2016

BÊRÎTAN ÎRLAN

AMED (DÎHA)
- Peykertiraşê kurd Seywan Seîdiyan piştî jiyana xwe ya hunerî ya 20 salan li Amedê atolyeya xwe ya hunerî vekir, ji ber qedexe û dorpêçan ev 6 meh in nikare biçe kargeha xwe ya li taxa Xançepek a Sûrê. Seîdiyan bi tiliyên xwe hesinê nerm dike bi hemû diltenikiya xwe ji bo Sûrê wiha axivî: "Ez ji bo tiştên xwe bêzar nabim. Ez ji bo zarok û mirovên ku jiyana xwe ji dest dayî bêzar im. Ez ji bo xewnên zarokan ên hatî kuştin bêzar im."

Dorpêç û êrîşên li navçeya Sûrê ya Amedê ji jiyana civakî heya ya aborî, ji xebatên hunerî heya perwerdehiyê bandor li ser hemû qadên jiyanê dike. Peykertiraşê Kurd Seywam Seîdiyan ê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji salekê zêdetir e ku li Amedê xebatên xwe yên hunerî dimeşîne, ji ber qedexeya li Sûrê nikare biçe atolyeya xwe û bi tiliyên xwe hesinê hişk nerm bike. Atolyeya hunerê ya Seîdiyan li taxa Xançepekê ya Sûrê ye û ji ber qedexe û dorpêçê ev 6 meh in ku ew nikare biçe qada xwe ya afirîneriyê. Seîdiyan ku beriya qedexeyê her roj di danê sibê de bêhna kevirên Sûrê dikşand nav cegerên xwe, niha bêhna barûdê dikşîne. Dibe ku hesinên ku Seidiyan bi tiliyên xwe nerm dikin û veduguherand berhemên hunerî niha bi kepçeyên dewletê davêjin çopê û cihê kar ê Seidiyan jî tê rûxandin. Dibe ku bedenên mirovan ên ku Seidiyan ji hesinan diafirand bi bedenên ciwanên Sûrê re avêtibin ber Çemê Dîcleyê.

'Ez ne ji bo xwe ji bo Sûre bêzar im'

Seîdiyan her çiqas ji ber vê rewşê dilêş e jî weke hemû hunermendan daxwaza wî ya sereke bi dawîbûna şer û mirinan e. Seîdiyan bi fikar e ku keda wî ya salekê ya hunerî, bi Sûrê re wenda bûye lê dîsa jî bi dilê xwe yê tenik dibêje: "Lê ez ji bo tiştên xwe bêzar nabim. Ez ji bo zarok û mirovên ku jiyana xwe ji destdayî bêzar im. Ez ji bo wan cihên bi hezaran sal in li ser piyan bûn û niha di nava şer de hatine rûxandin bêzar im. Ez ji bo xewnên zarokan ên hatî kuştin bêzar im."

'Xwezî cîhan bi nêrîna hunermendan birêve biçûya'

Dema me ji Seidiyan pirsî ku ji bo şer çi difikire wiha bersiv da me: "Ev welat bi gotinên siyastemenderan birêve diçe. Ji ber wê jî cîhan ewqas qirêj e. Xwezî cîhan bi nêrînên hunermedan birêve biçûya, dê cîhan rengîntir bûya. Ez nizanim çi bêjim, ji ber ku em dikarin tenê tiştên xweşik biafirînin."

Kargeha wî ya hunerî di bin topbaranê de ye

Seîdiyan ku 20 sale xwe daye karê hunerê, di nav kurtedîroka xwe ya hunerê de wêneyan xêz kiriye, karên grafîkê kiriye, peykerên ji dara çêkiriye û herî dawî jî bi destên xwe ve rih daye hesinê jî. Seîdiyan bi xwe ji bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê ye lê ji ber zilma rejîma Îranê tu car nekariye karê hunerê bike. Ji ber vê yekê 11 sal li Başûrê Kurdistanê dimîne lê qedirnegirtina hunerê bûye sedem ku berê xwe vê carê jî bide Bakurê Kurdistanê. Seîdiyan ku ji salek zêdetir e li Amedê ye, cara yekem li vir atolyeya xwe ya hunerî ava dike lê ev kargeha hunerî jî bi mehan e di bin topbaranê de ye.

Seîdiyan li ser projeyên nû dixebite

Seîdiyan heta niha 2 li Amedê yek jî li Mêrdînê bi giştî 3 pêşangeh pêşkêş kiriye û pêşangehên wî ji zarokan heya pîran bala herkesî kişandiye. Di nav vê demê de Seîdiyan xwestiye peykera jinekê ku li erbanê dixe ji bo Muzexaneya Arkolojiyê ya Mêrdînê çêbike lê bi hinceta "propogandaya HDP'ê dike" hatiye astengkirin. Seîdiyan di heman demê de ji bo Sûrê jî projeyek pêşkeşî Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kiriye û hê jî li benda bersivê ye.

(bo/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN