DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo Sûr û Cizîrê standa pirtûkan

 
18 Gulan
13:36 2016

AMED (DÎHA) – Li 2’yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê, bo gelê Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê standa pirtûkan a piştevaniyê hat avakirin.

Li 2’yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumer Parkê tê lidarxistin û dê heta 22’yê gulanê bidome, ji bo gele Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê standa pirtûkan a piştevaniyê hat avakirin. Stand ji aliyê Komeleya Nivîsakrên Kurd hat vekirin û dê dahata ji pirtûkên vê standê bo gelê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê yên ji ber êrîş û dorpêçkirinên hêzên dewletê qadên wan î jiyanê hatin rûxandin û bi darê zorê hatin koçkirin, bê verêkirin. Serokê Komeleya Nivîskarê Kurd Omer Dilsoz ê li fûarê li ber standa Komeleya Nivîskarên Kurd e, diyar kir ku mebesta wan bi vekirina vê standê ew e ku kêliyekê be jî bo gelên xwe yî ku warên wan hatine rûxandin bibin alîkar.

‘Hem pirtûkan bistîne û bixwîne, hem bibe piştevan’

Dilsoz da zanîn ku wan ji her endamên xwe deh pirtûk xwestine û wan jî bi vî awayî kampanyayeke piştevaniyê daye destpêkirin û wiha got, “Dê dahata van pirtûkan ji bo penaberên Surê, Nisaybînê, Cîzîre û Geverê bête terxankirin. Em vê hewldanê girîng dibînîn.” Her wiha Dilsoz diyar kir ku ew wek Komeleya Nivîskarên Kurd bo balê bikêşin ser vê alozî û vê qirkirinê wan kampanyayeke wiha daye destpêkirin û wiha bang li pirtûkhezan kir, “Em dixwazin gelê me were vê derê pirtûkan bistîne. Hem pirtûkan bistîne û bo xwendina bi kurdî zede bibe, hem jî qene bi dahata wê ji behrê dilopek be jî dê alîkarî ji bo penaberên Sûre, Cîzîrî û Nisêbîn û Geverê bê kirin.

(red/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN