DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir

 
17 Gulan
13:59 2016

AMED(DÎHA)- Li Amedê 2'yemîn Fûara Pirtûkan bi dirûşmeya "Azadî" dest pê kir.

Li Amedê 2'yemîn Fûara Pirtûkan a ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat amadekirin û dê heta 22'yê gulanê bidome, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê dest pê kir. Di fûara ku bi dirûşmeya "Li warê şaristaniyan, li ber ronahiya pirtûkan" û bi temaya "Azadî" hat amadekirin de, wek mêvanê rûmetê helbestkar Ehmed Huseynî û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak, nivîskar, hevşaredar, rêveberên DBP û HDP'ê, saziyên sivîl, nivîskar û rewşenbîr jî di nav de, bi sedan welatî beşdarî vekirina wê bûn. Axaftina vekirinê Endamê Lijneya Amadekar a Koordinasyonê yê Fûarê û Edîtorê Weşanxaneya Aramê Mehmet Çakmak kir. Çakmak di axaftina xwe de li ser alternatifiya fûrê rawestiya û sedema temaya fûarê "azadî" da der û wiha got, bêyî "Azadi"yê tu fikr û Îrade ne pêkan e. Pêdiviya me h^Muyan bi azadiYê heye û ji bo jiyînê em dibêjin azadî."

'Xwendin û nivîsandin weke derman e'

Piştî Çakmak, Hevşaredar Gultan Kışanak axivî. Kışanak behsa pêvajoya amadekirina fûarê kir û wiha got, "Em di şert û mercên awarte de derbas dibin û di van şertan de lidarxistina fûarê ne hêsan bû. Şertên ku em tê de ne û cihana me yî hestiyaariyî bo vê ne amade ye. Lê em dizanin ku xwendin û nivîsandin wek derman e. Divê em weşanxaneyên xwe teşwîqî vî tiştî bikin. Dê bi xwendin û nivîsandinê alaya berxwedan û azadiyê geş bibe."

'Rojbaş Amed'

Piştî axaftinê Kışanak, Mêvanê Rûmetê yê Fûarê Helbestkar Ehmed Huseynî vexwand dike. Huseynî bêyî biaxive helbesta xwe yî bi navê "Rojbaş Amedê" xwend. Piştî helbestxwendinê Kışanak plaket û çîçek berpêşî Huseynî kir.

Piştî axaftina destpêk û vekirinê mêvanên li Saona Resepsiyonê ber bi qada ku standên pirtûkan lê ne çûn. Dê îro fûar bi çalakiyên wek panel, gotûbêj, pirtûk îmzekirinê û konsere bidome.

(red-şo/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN