Girtina deriyê Sêmalka bi daxuyaniyekê şermezar kirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi minasebeta 100`emîn salvegera Hevpeymana Sykes-Picot, komek welatî li herêma Girkê Legê û Dêrikê li pêşiya Deriyê Sînor ê Sêmalka xwepêşandanek lidarxistin û girtina deriyê sînor şermezar kirin.
Di peşengiya Kongireya Niştîmanî Kurdistan de bi sedan welatî, li pêş Deriyê Sêmalka ya li Girkê Legê û Dêrikê kom bûn û bi minasebeta 100`emîn salvegera Hevpeymana Sykes-Picot ji bo şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka yê ji 16`ê adarê heta niha ji aliyê PDK`ê ve pêk hat çalakî pêk anîn. Li gorî nûçeya ANHA'yê li Endamê Desteya Rêveber a Kongireya Niştîmanî Kurdisan Ebilkerîm Omer û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan li pêşiya Deriyê Sîmalka kom bûn û nerazîbûna xwe nîşandan. Li gel hebûneke zêde ya endamên pêşmerge û hêzên Asayîşa PDK`ê ji aliyê Başûr ve girseya gel ku alên kurdî hildaûn dirûşmeyên şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK`ê ve berzkirin. Biryar bû ku welatiyên Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê Başûr ve berê xwe bidin Deriyê Sêmalka û bi welatiyên Rojava re daxuyaniyeke hevbeş a şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK`ê ve bidin.Lê hikûmeta PDK`ê rê neda ku welatiyên Başûr xwe bigihînin Derî.Di xwepêşandanê de Endamê Desteya Rêveber a Kongireya Niştîmanî Kurdistan Ebdilkerîm Omer daxuyaniyek da raya giştî ya cîhanê û nihiştina welatiyên Başûr ji bo beşdarbûna xwepêşandanê ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir.
Ebdilkerîm Omer diyar kir ku girtina Deriyê Sîmalka berdewam kirina hevpeymana Sykes-Picot ye û got: “Pirojeya me ya çareserkirina aloziya Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn heye.Gelê me ji bo yekbûna axa kurdistanê bi hezaran zarokên xwe kirin qurbanî. Li ser axa berxwedanê Kobanê xwîna gelê Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava tevlîhev bû.”
Omer bakişand ser yekbûna aliyên kurd di vê dema ku herêmê tê re derbas dibe de û wiha axaftina xwe domand: “Divê sînorek ji êşên ku di dîrokê de li ser gelê kuerd hatin pêk anîn re bête danîn.Di sedsala 21`an de û di van şert û mercên dîrokî ku gelê me tê re derbas dibe de cihê şermê ye ku Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK`ê ve were girtin. Hewldan hene ku Cinêv 3`yemîn veguheze Lozaneke dîtir.Ev yek jî daxwaza ku Deriyê Sînor li hember şandeyên diplomatîk naye girtin dike.”
Endamê Desteya Rêveber a Kongireya Niştîmanî Kurdistan Ebdilkerîm Omer bang vekirina Deriyê Sêmalkaû dûrktina ji berjewendiyên kesayetî û Partiyane li PDK`ê kir.Her wiha Omer bang li aliyên siyasî, gelê Kurdistanê û Saziyên Civaka Sivîl kir ku ji bo vekirina Deriyê Sêmalka zextê li PDK`ê bikin.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên bijî berxwedana Rojava û şermezarkirina nêzikatiyê xiyanetê bi dawî bû.
(mae)