Qeyrana Rûsya li kulîlkên rengîn jî xist
ANTALYA (DÎHA) – Qeyrana Rûsya ya bazirganiyê ku li dijî Tirkiyeyê dest pê kiriye, hemû hilberînên axê yên wekî fêkî, team û nebatan xist bin bandorek neyînî. Hilberînerên kulîlkên rengîn yên ku serayan bi rengên xweşik dixemilîne jî xistin bin bandorek neyînî. Ji ber qeyranê êdî kulîlk jî nayên firotin.
Hikîmeta AKP'ê piştî li Kurdistanê şer da destpêkirin û balafira şer ya Rûsya xist di aliyê aborî de ket nava qeyranê. Êdî turîst nayên Tirkiye û di qada bazirganiyê de ketiye qeyranê. Piştî Rusya ambargo danî ser Tirkiye û diyar kir ku dê dê zexîre, fêkî û teamê Tirkiye nestîne, berhemên çotkar û rençberan ên fêkî û team di destê wan de xera bû. Hilberînerên çîçek û kulîlkan jî ketin bin bandora neyînî ya ambargoyê. Ji ber ku Rusya deriyê xwe li îxracata Tirkiye girt, êdî hilberinerên kulîlkan jî nikarin gul, kulîlk û çîçekan bifiroşe û kulilk di destê hilberineran de xera dibe. Li Tirkiyeyê ji sedî 90'ê kulîlkan li herêma Isparta û Antalya tên çandin. Ji sedî 90’ê kulîlkan li Isparta û Antalya tê pêşwazîkirin. Kulîlkên li Akdenîzê ku di bin serayan te tên çandin, bi rengên dewlemend xwezayê dineqişînin. Lê ji ber ku deriyê bazirganiyê li wan hat girtin êdî wekî berê nayên firotin.
Hilberînerê kulîlkan Hazal Başkurt, anî ziman ku piştî kulîlk hatin çandin û mezin bûn, pelên wan ên zêde tên jêkirin û tên kesixandin. Başkurt, anî ziman ku hiştî wekî gurz û qevdik hatin pêçan û rêzkirin. Başkurt, da zanîn ku her 50 şitlên kulîlkan dikin gurz û piştre dikin paket û di depoyên hewaya sar de tên parastin. Başkurt, anî ziman ku bi malbata xwe re karê çandinî û komkirina çîçekan çêdike û bi zewqek mezin vî karî dike."
Hilberînerê kulîlkan Basin Başkurt jî anî ziman ku her salê nêzî 60 cureyên kulîlkan diçînin û wiha got: "Her rengek nêzî 50 tonên wî henê. Kulîlkên em diçînin em dişînin gelek welatên ewropayê. Lê piştî deriyê Rûsya li me hat girtin êdî bandora xwe li ser bazarê jî kir. Berê gurzê çîçekan me 10 tl difirot. Lê pişti Rûsya deriyê xwe girt, buhayê wan daket 6 tl yan.
(mae)