DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Amadekariyên fûarê bi dawî bûn

 
16 Gulan
16:33 2016

AMED (DÎHA) - Li Sûmer Parkê amadekariyên 2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê bî dawî bûn.

Li Amedê 2'yemîn Fuara Pirtûkan bi beşdariya 72 weşanxaneyan ku dê di navbera 17-22'yê Gulanê de bi temaya "Azadî" li Sumerparkê bê lidarxistin, sibê seat di 10.00'an de dê dest pê bike. Di 17'ê Gulanê de bernameya vekirinê dê bê organîzekirin û nêzî 70 bername ji bo pirtûkhezan dê bên lidarxistin. Li çadira fûarê standên pîrtûkan hatin amadekirin û her wiha ji bo çûyîn û hatina mêvana jî cih hat çêkirin. Li Sumer Parkê îro xebatên sererastkirinê ên dawî temam bûn û weşanxane li standan pirtûkên xwe bi cih kirin.

Dê Sibê wek mêvanê rûmetê Ehmed Huseynî beşdarî fûarê bibe û Mikaîl Aslan jî dê konserekê li dar bixe. Her wiha sibê di bernameya fûarê de gelek panel, hevpeyvîn, dîwana helbestan û gelek bernameyên cuda dê bên lidarxistin.

Edîtorê Weşanxaneya Aramê û Endamê Lijneya Amadekara yê Fûarê Mehmet Çakmak diyar kir ku Amadekariyên 2'yemîn Fûara pirtûkan îro bi dawî bûne û wiha got: "Sibê dê fûar saet di 10.00'an de dest pê bike. Di fûara îsal de gelek cihêtî û dewlemendî hene. Di fûara sala çûyîn de ji ber ya yekemîn bû kêmaniyên me hebûn, lê îsal gelekî dewlemend e. Dê di fûarê de bes dan û stendina pirtûkan tenê tune be, dê gelek çalakî jî bên lidarxistin. Di serî ji Îzmir, Stenbol, Enqere û gelek bajarên Tirkiyê weşanxane dê beşdar bibin. Her wiha weşanxaneyan kurdî jî li fuarê cihê xwe girtine. Dê fûara sibê, 17'ê gulanê, saet di 10.00'an de dest pê bike heta saet 20.00'an. Em bang li gelê xwe dikin, bila sibê eleqeyeke mezin nîşanî bidin."

(rd-era/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN