DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Bila ev bibe koçberiya dawî'

 
16 Gulan
09:19 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Hanim Bîlen a ku piştî li Şirnexê qedexe hate îlankirin û berê xwe da riyên koçberiyê diyar kir ku di salên 1990'an de dema ku gundên wan hatin şewitandin jî heman tişt jiyana û daxwaza xwe wiha anî ziman: "Bila ev bibe koçberiya dawî."


Li Şirnexê êrîş û dorpêç kete roja 63'yemîn. Ji ber êrîşan yek ji kesên ku mecbûr man axa xwe biterikînin Hanim Bîlen e. Bîlen a ku li taxa Gundogdu dijî niha li alîkariya xizmên xwe ve li bajaroka Hîlalê ya Qilabanê dimîne. Bîlen a ku bi zarokên xwe re niha li Hîlalê ye dixwaze evneheqî bê dîtin û bihistin.

Bîlen bilêv kir ku ji Hîlalê bûye bûk û çûye gundê Bîgayê, di salên 90'an de li gund rezên wan habûn, sewalkarî dikirin lê wê demê rastî zilma hêzên dewletê hatine.Bîlen anî ziman ku ji ber êrîşan piraniya ciwanan berê xwe dane çiya û pêkûtiyên li dijî gundê xwe wiha anî ziman: "Gundê me şewitandin, bi topan êrîş kirin. Mal şewitandin, em koç ber bûn. Piştî ku em ji gund koçber bûn hatin Şirnexê. Di 1992'yan de di Newroza Şirnexê de gelek kes li ber çavên min qetil kirin. Li ber deriyê mala me kurê jintiya min Nezîr Denîz qetil kirin. Tenê 7 top li mala me ket. Gule li ser serê me derbas dibûn. Porê zarokên me şewitîbû. 3 rojan û 3 şevan em bideverû razan. Me nedikarî serê xwe rakin. Kurê min ê yek mehî di hembêza min de binê xwe qirêj dikir lê min nedikarî rabim û pajiq bikim. Tiştên ku me nedît û me nejiyaya nema."

Beriya 2 salan vegeriyan gund

Bîlen destnîşan kir ku piştî salên 90'an herî dawî beriya 2 salan çûne gund û wiha axivî: "Ji ber ku em çûn gund kêfxweş bûn. Me gûzên xwe kom kir, simaq kom kir, bax û baxçeyên xwe pajiq kir. Lê vê demdirêj berdewam nekir. Dewleta tirk hat û îsal jî baxçe û daristanên me şewitand. Sewalên gundiyan şewitandin û wiha got: "Ne roja me roj, ne jî şeva me şev e."

Bîlen bilêv kir ku ew roj derbas bûne lê niha bi êrîşan re ketine riyên koçberiyê û heman tiştan dijîn.


Bîlen got ku li Şirnexê şerekî dijwar heye û wiha axivî: "Ma ne heyfa ewqas ciwanên li Şirnexê nîne. Ma ew jî ne zarokên me ne? Heta em kurd dest nedin hev em ê baş nebin."

Bîlen anî ziman ku êşa dijî nikarin bi gotinan bi dawî bikin û wiha got: "Em dibêjin aştî an jî biratî lê we dibêjin şer. Êşa me pir mezin e ez nikarim bibêjim. Tiştên ku li Şirnexê kirin li kêm cihan hate kirin. Serobino kirin. Îro ji mala me haya me nîne. Tiştek nehiştine."

Bîlen destnîşan kir ku debara xwe bi çelaka ku xwedî dike ve bi cih tîne, lê dema ku ji bo çêlaka xwe çûye giha bîne ketiye û milê xwe şikandiye ji ber vê yekê bêhtin mexdûr bûne.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN