DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Bila hemû kes berê xwe bidin Cizîrê

 
16 Gulan
09:18 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Piştî qedexeya derketina derve welatiyên ku mecbûr man ji Şirnexê koçber bibin, li dora bajar konên ku vedane dimînin û li benda roja rabûna qedexeyê û vegera malên xwe ne. Jinan diyar kirin ku dengên bombeyan dibihîzin û malên wan tên xirakirin ji bo dorpêç bê rakirin divê hemû kes berê xwe bidin Şirnexê.

Li Şirnexê ji bo dorpêçê bi sedan malbatên ku koçber bûn li dora bajar, li gund û bajarokan kon vedan û li van deran li benda roja vegera malên xwe ne. Ji heman malbatê 6 malê ku li bajaroka Sêgirkê ya Qilabanê kon vedane hin ji van malbatan in û li vir jiyana xwe didomînin. Jinên di konan de diyar kirin ku ew ê tu caran axa xwe neterikînin û ji ber ku li hemberî êrîşan bêdengiyek heye gazincên xwe anîn ziman. Jinan banga "Ji bo ku tiştên li Cizîrê qewimî li Şirnexê neqewime berê xwe bidin Şirnexê. Divê ji van qatlîaman re bibêjin na" li hemû kesan kirin.

'Dema qedexe rabe em ê vegerin mala xwe'

Vetha Kulter diyar kir ku ji ber qedexeyê mecbûr mane ji Şirnexê derkevin û li dijî êrîşan hêrsa xwe anî ziman. Kulter ev tişt got: "Bila xwedê ji wan re nehêle. Çi dikin bila bikin dema ku qedexe rabû em ê vegerin mala xwe. Em ê va konan di nava xirbeyan de bihêlin. Em ê axa xwe neterikînin. Vî dewleta zalim mala me şewitandin, em koçber kirin. Em perîşan bûn. Ev qas zarok hene ma ne guneh e. Ma me çi kiriye, ew faşîst hatin malên me xirakirin."

'Em dengê bombeyan dibihîzin'

Kulter anî ziman ku 2 meh in zarokên wan li kolanan perîşan bûne û wiha axivî: "Êdî bes e kurd evqas tişt kişandine. Her roj malên me bombebaran dikin. Em dengê wan bombeyan dibihîzin. Tiştek ji destên me nayê. Dewlet çi ji me naxwaze? Beriya qedexeyê her roj gaza îsotê davêtin malên me. Jinên ducanî ji xwe ve diçûn û jehrî dibûn. Em ji malên xwe dernediketin. Niha jî bombebaran dikin."


'Em di konan de jî bijin ji axa xwe dernakevin'

Jina bi navê Halîm kulter a ku di kon de dijî jî diyar kir ku di van şertan de di warê aboriyê de karekî wan tuneye û pirsa "m em ê çawa bi vî rengî debara xwe bikin" kir.

Kulter anî ziman ku mal^ne wan jî şewitiye dema ku qedexe bê rakirin jî ji ber ku rewşa wan ne baş e nikarin mala xwe bidin çêkirin û wiha axivî: "Dema ku qedexe bêrakirin em ê li şûna malên xwe konên xwe vedin. Bi zorê me bidin koçberkirin jî, zarokên me bikujin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ev der ya me ye, welatê me ye. Em di kon de bin jî ji axa xwe dernakevin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN