DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Piştî kepçe derketin, hemalê li bazara genim bê kar man

 
16 Gulan
09:17 2016

UGUR AKGÛL

MÊRDÎN (DÎHA)
- Karkerên li Bazara Genim a Qoserê dixebitin, piştî ku kepçeyên barkirina zadî derketin piyasê, karkerên zadî bardikirin, bê kar man. Bi dehan karkerên li bazara genim dixebitîn û debara xwe dikirin, piştî karê kepçeyan, betal man.

Piştî Şoreşa Pîşesazî û pêşketina teknolojiyê gelek karên ku bi kedê dihate kirin ji destê mirovan derket û li şûna karkeran amûrên teknolojîk girtin. Pêşketina teknolojiyê ji aliyekî ve kar hesan û lez kir, li aliyê din bi hezaran mirov betal hiştin. Teknolojiyê refê betalan û xizanan fireh kir û yên dewlemend bêtir dewlemend kir. Yek ji teknolojiya ku mirov betal hişt kepçeyên ku karê dehan mirovan dikin. Li bazara genim a navçeya Qosera Mêrdînê berê bi dehan karkeran genim û zad bar dikirin. Lê niha kepçeya ku zad bar dike derket piyasê û karê karkeran ji destê wan girt. Karkerên ku beriya kepçe were mazata genim serê barkirina tonek zad bi 7 TL'yan dixebitîn, bi hatina kepçeyan tona zad bi 5 TL'yî bar dikin û karê wan jî kêm bûye. Li tevahiya mazata genim ya Qoserê nêzî 200 karker bi heman rengî dixebitin.

Her kepçeyekê 50 mirov betal hiştin

Karker Haco Oguz ê ku 5 zarokan xwedi dike aşkere kir ku ew her roj di saetên serê sibehê tên û li gor hebûna kar carina heta derengê şevê vedigerin malê. Oguz anî ziman ku ew li mazata genim karê barkirin û valakirina zad dikin û wiha axivî: "Dema çandiniyan em carina rojê 100-150 TL'yî bi dest dixin. Niha him ji ber ne dema çandiniyan e û him jî ji ber hebûna kepçeyan karê me nîn e. Berê karê kepçeyê 50 mirovî dikin û hemû kesan debara mala xwe dikir. Kepçeyek di 15 deqeyan de barê qemyonekê dikare valabike û dagire. Hêviya me ew e ku esnafên vêderê bi awayekî ku kes mexdur nebe pêşiya karê me vekin."

'Bi zehmetiyan debar tê kirin'

Osman Yuce (41) destnîşan kir ku her roj saetên serê sibehê de tê mazata genim û wiha got: "Em di nava salê de di dema çandiniyan de 3-4 mehan dixebitin û jê û pê ve karê me namîne. Em bi vî karî debara xwe di nava zehmetiyan de dikin. Bi hatina kepçeyan karê me ber bi nemabûnê ve diçe. Em ji xwediyê kepçeyan û esnafan re çi bêjin jî ew dê bi ya xwe dikin."

Li hemberî kepçeyan tekoşîna ji bo yek TL'yî...

Karkarê bi navê Mehmet Nur Sîmsek yê ku 15 sal e hemaliyê dike diyar kir ku esnafên li heremê serê tonek zad 5 TL'yan zêdetir nade û wiha got: "Berê her sal yek TL zêde dikirin. Li gelek deverên din mafê keda kedkaran serê tonê 8 TL tê dayin. 5 TL ne heqê keda me ye. Em bi 5 TL'yan tonê bar dikin, kepçe bi 3 TL'yan. Ji ber ku keda me hîn bêhtir e em ji neçarî wisa bardikin. Niha 4 kepçe li mazata genim ya Qoserê dixebite. Em li hemberî kepçeyan tekoşînê didin. Berê me li hemberî kêmdayîna pereyan grev dikir û me encam digirt. Lê niha ji ber ku kepçe hene pişta me ji aliyê kepçeyan de hate şikandin. Ellaf serê tonê 10 TL'yan distînin lê tevî keda xwe em 5 TL'yan distînin. Em nabêjin bela yê me jî 10 TL bidin, serê tonê 6 TL bê dayîn dê karker jî bêhnekî fireh bistîne."

Li mazata Genim ya Qoserê 200 karker ji sedan xizmên xwe re, 4 kepçe ji xwediyê xwe re dixebite. Berxwedana keda karkeran ya li dijî hebûna kepçeyan ji bo serê tonê 6 TL'yan berdewam dike. Gelek karker tevlî hemû neyîniyan her roj tên mazata genim û cihê xwe ji amûrên teknolojiyê re nahêlin. Her çiqas kepçe ji karkeran zûtir bar vala an bar bike jî bi qasî karkeran paqij nikare bixebite û zadê li erdê komkirî bê karkerekî nikare ji erdê paqij bike.

(ua/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN