DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karker bi biryarin li dijî patronan têbikoşin

 
16 Gulan
09:14 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê Karkerên Şîşe Cam'ê yên bi neheqî ji kar hatin avêtin, li gel ku dadgehê biryar stend jî bi biryarin li dijî patronan têkoşina xwe berdewam bikin. Karkeran diyar kirin ku biryara dadgehê sîleyek mezin li karsazan daye u sendîkayên ku bi karsazan re peyman îmze kirine jî rexne kirin.

Li Navçeya Akdenîza Mêrsînê Fabrîqeyên Camê yên Paşabahçe, Trakya û Anadolu yên girêdayî Holdînga Şişecamê li ser navê "biçûkbûna kar" karker ji kar derxistin. Piştî karker ji kar hatin avêtin Sendîkaya Kristal Îşê têkildarî 34 karkerên ji kar hatin derxistin bi sedema "Neheq karker ji kar derxistin" serî li 2'emîn Dadgeha Kar a Mersînê da. Di 3'emîn rûniştina dozê de dadgehê biryar da û 28 karker disa li kar vegerandin. Dadgehê ji bo 6 karkeran jî doz taloqî 16'ê Hezîranê da. Li gel biryara dadgehê dîsa karkerên Şişe Camê çalakiya xwe ya li pêş fabrîqeyê didomînin. Karkeran diyar kirin ku heta hemû hevalên wan li kar vegerin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Sendîkayan bi karsazan re hevkarî kir

Ji karkerên di berxwedanê de Yaşar Akkul, diyar kir ku di 6'ê Mijdara 2015'an de bi awayeki neheq ji kar hatin derxistin û wiha got: "Sendîkaya Kristal-Îşê û karsazên Şişe-Camê li ser masê rûniştin û li hev kirin. Yên ku li mafê xwe digeriyan ji kar avêtin. Yên j kar hatin avêtin heta niha di ber xwe didin. Me berxwedana xwe bir Stnebolê. Lê rêveberên Kristal-Îşê wekî "mafya" dixebitin. Bi alîkariya polîsan karkerên di ber xwe dan ji Sendîkaya Kristal-Îşê derxistin. Piştre me berxwedana xwe di nava otobusek biçûk de berdewam kir. Sedema çalakiya me ya li Stenbolê ji ber helwesta Sendîkaya Kristal-Îşê bû. Berxwedana me ya li Stenbolê bi ser ket."

'Biryarê sîle li karsazan xist'

Akkul, da zanîn ku piştî 29'ê Adarê wan dîsa berxwedana xwe anî li Mêrsînê berdewam kir û di 6'ê Gulanê de doz qezenç kirin. Akkul, da zanîn ku qezenca dozê moralekî mezin da wan û wekî sîleyekê li karsazan xist. Akkul, bang li rêveberên Sendîkaya Krîstal Îşê jî kir û xwest demek berî demekê ji wê rêya şaş derkevin û ji sendîkayê biqetin.

Ji karkeran Fatih Ataş jî anî ziman ku Navenda Sendîkaya Kristal-İşê jî bûye amûra vê lîstikê û wiha got: "Me doz qezenç kir. Lê em dê dîsa çalakî û berhxwedana xwe berhdewam kirin. Heta ku hemû hevalên me li kar vegerin em dê çalakiya xwe berdewam kirin: "Hej 10 sal ji teqawitbûna me re heye dixwaze me teqawît bike û ji kar dûr bixe. Em gotina Serokê Giştî yê Sendikaya Kristal-İşê Bilal Çetintaş a "Karsazan bi awayeki mafdar hûn ji kar derxistin" qet ji bîr nakin."

Karkerê 190 rojin di ber xwe dide Turgay Taşar jî anî ziman ku ew neheq ji kar hatin avêtin û heta mafê xwe bistînin dê hemu mil bidin hev û di ber xwe bidin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN