DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Koma Jinên Sûrê dê bibin dengê Sûrê

 
16 Gulan
09:13 2016

SADIYE ESER

STENBOL (DÎHA)
- Xabatkarên jin ên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ji bo bibin bersiva şerê dewletê 'Koma Jinê Sûrê' avakirin. Koma Jinên Sûrê ji bo bibin bersiva polîtîkayên qirkirinê bi govanda berxwedêr dibin bersiv. Jinên ku di Koma jinên Sûrê de cih digirin diyarkirin ku ew ji bo bersivekê bidin şerê li Sûrê wan ev kom avakiriye.

Jinên ku di nav xebatên Navenda Çand û Hunerê a Dîcle Firatê de cih digirin ji bo bibin bersiva şerê ku 167 rojin li Sûrê didome Koma Jinên Sûrê avakirin û bi govenda berxweder a ku digirin dibin bersiva polîtikayên qirkirinê. Xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firatê ji bo avahiya wan li Sûrê ye şerê di Sûrê ji nêz ve nas dikin. Koma Jinên Sûrê ku nêzî 6 meh in xebatên xwe yê govendê dimeşinin, di çerçeveya Mihricana Çand û Hunera Kurdî ya ji aliye Navenda Çand û Hunerê Mezopotamya ve hat lidarxistin, bi navê xwe yê Koma Jinên Sûrê cara yekem derketin pêşberî gel. Koma Jinên Sûrê dixwazin bi çandê bibin bersiva polîtakeyên şerê qirêj.

Mamosteya Koma Jinên Sûrê Berîvan Kizil a ku nezi 15 salin di nav xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê de cih digire, 8 salin jî wek mamosteyekê cihe xwe di nav xebatan de digire. Kizil, anî ziman ku wan xwest wek xebatkarên çandê ji aliye çandî ve bibin bersiva şer û wiha got: "Ji ber vê yekê jî me xebatê xwe bi lêzgintir da meşandin. Ji xwe ev aliyekî qirkirina ku li Sûrê tê meşandin aliye çandi ye. Li dijî vê qirkirinê em fikirin ku jin wê pêşengiye bikin û me navê koma xwe kir Koma Jinên Sûrê."

'Bi çandê re rih bidin berxwedanê'

Kizil xwest bi tu şiklî ji çand û hunerê dûr nekevin û wiha got: "Di demê wiha yê şer de divê em bersiveke mezin nîşan bidin. Li hemberî vî şerî berxwedanek jî heye. Ji ber vê jî divê em bi çand û hunerê ruh bidin vê berxwedana ku li hemberî qirkirinê tê nîşandin û em zedetir xwe li çand û hunerê bigirin." Kizil, bang li hunermenda kir ku bi berhemên hunêrî bersiv bidin polîtîkayên şer û xwest hemû gel li hemberî vê qirkirina ku li Sûrê pêk tên nerazibûnê xwe nîşan bidin.

'Me xwest em bibin dengê Sûrê'

Endama Koma Jînên Sûre ya bi navê Selda Ekîn jî 3 salin di Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê di nav xebatan de cih digirê. Ekîn derbirî ku wan xwest bi rêya çandê bibin bersiva kuştin û qirkirina û wiha got: "Em tiştên li Sûrê pêk tên qabûl nakin. Divê çand û huner di demên wiha de çalak bin." Ekîn jî bang li hemû kesan kir ku li hemberî van pêkanînên li ser Sûrê bedeng nebînin û wiha domand: "Raste li Sûrê şerek tê meşandin û gelek kes bedeng dimînin. Lê bila ji bîr nekin ku dawiya vî şerî we bigihijê wan jî. Bila destê xwe deynin ser wicdanê xwe Em dixwazin bibin denge Sûrê û em dengê wan bigihijînin hemû kesan."

(se/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN