Ustun: Êrîşên li dijî HDP'ê êrîşên li dijî 'Jiyana Nû' ye
MÊRSÎN (DÎHA) - Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Beyza Ustun beşdarî civîna ku ji hêla Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ve hat li darxistin bû, diyar kir ku AKP bi êrîşên li dijî HDP'ê re, êrîşê 'Jiyana Nû' dike û aşkera kir ku ew dê li hemberî vê derbeyê li berxwe bidin, ew dê nikaribin destê xwe dirêjî hêzên azadiyê bikin.
Piştî mijara rakirina destnedana wekîlên HDP'ê ji hêla AKP'ê ve hat rojevê, bertekên li hemberî AKP'ê her ku diçe zêde dibe. HDP'a Mêrsînê li dijî rakirina destnedana wekîlan, civîna "Hevdîtina siyaseta demokratîk" bi gel re pêk anî. Girseya li Mala Stranan a Yelkenê ya li navçeya Yenîşehirê hatin gel hev de, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û Endam Meclisa Partiyê ya HDP'ê Beyza Ustun jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Civîna ku pankarta "Em pêşeroja xwe dinirxînin" hat vekirin de ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin.
'AKP dixwaze vîna bi milyonan dîl bigire'
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu da zanîn ku AKP dixwaze bi anîna destnedanê ya li meclisê re, di şexsê HDP'ê de vîna bi milyonan teslîm bigire û ev tişt got: "Em dê li hemberî polîtîkaya tasfiyeyê li ber xwe bidin. Em dê teqes îfadeyê nedin wan. Em wekî wekîlên HDP'ê bangî hemû alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin ku di berxwedanê de cihên xwe bigirin."
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî bi lêv kir ku derbeya ji hêla AKP'ê ve li hemberî meclisê hatiye destpêkirin, ne nûye û wiha pêde çû: "Roja ku AKP hatiye desthilatdariyê heta niha, ev pêla derbeyê di dewrê de ye. Partiyên wekî AKP, CHP û MHP'ê dest dane hev û dixwazin HDP'ya ku dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, ji holê bidin rakirin. Em dê li dijî Qesra ku welat veguherandiye kaosê serî netewînin."
'Bila ji me bitirsin'
Herî dawî Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Beyza Ustun axivî û destnîşan kir ku AKP dixwaze di şexsê HDP'ê de êrîşî 'Jiyana Nû' bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP dixwaze partiyeke ku sedî 13 deng standiye ji meclisê bavêje û vîna bi milyonan tune bihsibîne. Heke em li dijî derbeya Qesrê her derî bikin qada berxwedanê, dê nikaribin destên xwe dijêjî me bikin. Ji ber ku AKP ji kesên têkoşîna azadiyê didin, gelekî ditirse ji ber wê bi awayekî bê perwa êrîş dike. Dema em behsa pêşeroja gelan dikin, ji me ditirsin. Bila tirsa wan berdewam bike, ji ber ku em dê pêşerojên azad ava bikin."
(ms)