DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Konsera dawî ya NÇM'ê ji ber qedexê jî hat li darxistin

 
15 Gulan
11:07 2016

STENBOL (DÎHA) - Di çarçoveya 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê de, dê konsera dawî bihata li darxistin. Piştî konser ji hêla Midûryeta Ewlehiyê û Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin, duh êvarê hat li darxisitn. Bi sedan kesên beşdarî konserê bûn, biryara qedexeyê şermezar kirin.

2'emîn Mihrîcana Huner û Çanda Kurd a ji hêla Navbeda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve hat li darxistin, dê konsera dawî duh li Navenda Pêşêşanê ya Bostanciyê bihata li darxistin, lê bi hinceta 'ewlehiyê' ji hêla Waliyê Stenbolê û Midûryeta Ewlehiyê ya Stenbolê ve hat qedexekirin. Lê duh saet di 20.00'an de li Navenda Çandê ya Bajêr a Şîşliyê bi beşdariya hunermendên wekî Lawje, Xero Abbas, Mem Ararat, Ferhat Mansurî û Meral Tekçî hat li darxstin.

Di konserê de xwerêverbiyên cewherî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîre" hat silavkirin û bi dirûşmên "Dê zext me bêzar nekin" qedexeya li ser konserê hat şermezarkirin. Di salona ku konser hat li darxistin de, stanta çente û niftikan hat pêşandan û ji bo pişitgiriya xwerêveberiyên cewherî alîkarî hat berhevkirin.

Destpêkê hunermenda NÇM'ê Meral Tekçî derket ser dikê. Tekçî di konserê de axivî û aşkera kir ku faşîzim li her derî faşîzim e û bertek nîşanî qedexey da. Piştî axaftinê stran hatin gotin. Piştî Tekçî hunermendê rapê yê ji Îranê Ferhat Mansûrî derket ser dikê û stran gotin. Koma Lewje jî derket ser dikê û bertek nîşanî qedexeyê da. Piştî axaftinan komê stranên xwe gotin.

Hunermend Xêro Abbas jî li darxistina mihrîcanê ya ji hêla NÇM'ê ve bi kêfxweşî pêşwazî kir û wiha got: "Ji ber vê mihricanê em gelekî kêfxweş in. Dibe me temam nekiribe lê em dîsa jî kêfxweş in. Hêj gelekî dema me heye. Gelê kurd gelekî bi sebir e." Piştî Abbas, hunermend Mem Ararat derket ser dikê. Ararat di axaftinên xwe de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û der barê biryara qedexeyê de jî ev tişt anî ziman: "Di navbera dil û mêjî de navber tune. Ji bo wê jî em dê li her derî stranên xwe bînin ziman."

Piştî konserê, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca plaket li hunermenda belav kir. Konca got: "Çand paşeroj, roja meya îro û pêşeroja me ye. Ji bo wê jî divê em xwedî lê derkevin."

Konsera kurdî bi gerandina govend û stranan bi dawî bû.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN