DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Amadekariyên fûarê didomin

 
14 Gulan
14:15 2016

AMED (DÎHA) - Li Sumer Parkê bi awayekî bênavber amadekariyên 2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê didomin.

Bênavber amadekariyên 2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya dê di navbera 17-22'yê gulanê de li Sumer Parkê bi têmaya "Azadî" bê lidarxistin, didmoin. Li Sumer Parka ku dê fûar lê bê lidarxistin, bo standên pirtûkan çadireke mezin hat vedan. Di çadirê de bo standan cih tên amadekirin û ji bo çûyîn û hatina mêvanan cih tê çêkirin. Piştî sibê xebatên sererastkirinê temam bibin dê, weşanxane karibin pirtûkên xwe li standan bi cih bikin.

Dê 72 weşanxane beşdarî fûarê bibin û dê li fûarê nêzî 70 çalakî bên lidarxistin. Dê di fûarê de wek mêvanê rûmetê Ehmedê Huseynî beşdarî fûarê bibe û li gel Huseynî dê nivîskarên wek Helîm Yûsiv, Abdûrrahman Bakir, Salih Sezgîn, Ercan Çaglayan, Mîkaîl Aslan, Celal Başlangiç, Oya Baydar, Mûrat Peker, Feratê Dengizî û gelek nivîskarên din beşdarî fûarê bibin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN