DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Dayika Fatîm cara çaremîn polîtîka koçberiyê pûç kir

 
14 Gulan
09:30 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Fatîm Kûlter di 75 saliya xwe de ji ber qedexeya li Şirnexê bi zorê hate koçberkirin lê ew neçû bajarên rojava yên ku dewlet dixwaze çû bajaroka Sêgirkê ya nêzî bajar. Dayika Fatîm a 3 caran ji aliyê dewletê ve bi zorê hatiye koçberkirin her carê ev polîtîka pûç kiriye vê carê jî polîtîkaya koçberkirina bi zorê pûç kir.

Li Kurdistanê ji ber îlana "Qedexeya Derketina Kolanan" bi sedan mirov ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Bi hezaran xanî hatin xerakirin û bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Welatiyên ku xaniyê wan bi destê dewletê hatin xerakirin û koçber bûn, welatê xwe ne terikandin û li der û dorê bajar û navçeyên xwe bi cih bûn. Yek ji van welatiyan jî pîra 75 salî Fatim Kulter e. Pira 75 salî Kulter, ji Şirnexê koç bû û niha li bajaroka Sêgirkê ya Qilalabê bû û di kon de jiyana xwe didomine.

'Em ji ber zexta dewletê hatin'

Kulter, anî ziman ku niha ew nizanin ku xaniyê wan di çi halî de ye û wiha got: "Niha bajarê Şirnexê dişewitînin. Tu tişt li ser hev ne hiştiye. Hemû xaniyan xera dikin û wêran dikin. Xaniyê me xera kirine û em li vir di çadiran de perîşan bune. -Em 10 kes di çadirê de dijîn. Em li vir perîşan in. Em pêdiviyên jiyanê di nava hezar zor û zahmetiyan de dijîn. Em ji ber êrîş û zextên dewlete hatin vir. Me tu tişte xwe ternexist. Dewletê xaniyê me da ber topan û em ji mala xwe derketin.

'Em naçin rojava'

Kulter, anî ziman ku ew dixwazin azad di welatê xwe de bijîn û wiha berdewam kir: "Vir axa me ye. em naxwazin biçin cihekî din bijîn. Ax ne axa wan e. Xani ne xaniyê wane. Dixwazin kurtan ji ax û wanên wan bikin û wan koçber bikin. Dixwazin wan asîmîle bikin. Lê em tu carî ax û ware xwe bernadin. Talan bikin û wêran bikin jî em naçin Rojava û em nabin tirk.

'Dewletê ewil gundê me niha jî bajarê me xera kir'

Kulter, destnîşan kir ku dewletê di salên 1990'an de gundê wan ê Sergê Mihemêusu xera kir û niha jî bajarê wan xera dike. Kulter, da zanîn ku berê gund pir xweş bûn û li zozan û mêrgan bûn û her dem di nava seyranê de dijiyan û wiha axivî: "Pşitî di salên 1990'an de leşker hatin gund, hemû mêr li qada gund kom kirin û îşkence li wan kir. Dema bavê min diçû nava zeviyên genim leşkeran ew radiwestand û îşkence lê dikirin. Bi piyê wî girtin û ew avêtim çem. Wê demê gundê me xera kirin û zilm li me kirin. Wê demê leşkerekî bi navê Karabela hebû. Wî leşkerî em hemû li qadekê kom kirin. Ji kal, pir û jinan îşkecne kir. Em ji ber zilma leşkeran neçar man ku di salên 1990'an de koçî Şirnexe bikin. Em hatin şirnexê û me di nava şert û mercên zor de xani ava kir. Le dewlete di sala 1992'an de xaniyê me dîsa xera kir. Ji ber zextên dewlete em hatin Dêrgulê. Bi mehan em di çadiran de man. Em niha dîsa koçber bûn û dîsa em di çadiran de dijîn. Me wê demê polîtîkayên dewlete yên qirkirinê pûç kir, niha jî em dê van polîtikayên dewletê pûç bikin. Em li ser axa xwe aramî û azadiyê dixwazin. Em dixwazin azad li ser axa xwe bijîn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN