DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Feraseta jin nikarin bikin pûç dikin'

 
14 Gulan
09:19 2016

DERSIM (DÎHA) - Şaredariya Dersimê li zeviya 15 donim a ku kirin bostan, bi tovên xwezayî ve hilberîna organîk bikin. Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Dersimê Ayten Kordu diyar kir ku keda jinan û xweza gihandine hev û armanca wan avakirina qadên hevpar ên hilberînê ye, bi vî rengî dixwazin jinên dersimî heqdestê keda xwe bigirin.

Bostanê ku Meclîsa Jinan a Şaredariya Dersimê li ser 15 donim erezî avakiriye û dê hilberîna organîk bê kirin eleqeyeke mezin dibîne. Gelen jin di vê projeya ku girêdana jinê ya bi axê re xurt dike cih digirin. Têkîldarî xebata ku têgeha "jin nikarin bikin pûç dike" Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Dersimê Ayten Kordu diyar kir ku li taxa Turîşmekê li zeviyekî welatiyekî daye bostan ava kirine.

'Jinan tovan bi baldarî vedişartin'

Kordu anî ziman ku ji bo tovên organîk ketine nava lêgerînê û çûne gundên dûr û tov kirîne û tovên ku bi baldarî hatine veşartin dîtine û wiha axivî: "Dema ku em ji bo tovên organîk çûn gundî li cihên ku bi taybet veşartina tov derdixistin û dianîn. Bi baldarî dikir kulma xwe û didan me. Tu hîs dikî ku bi baldarî parastiye ev diyar dibe."

Kordu anî ziman ku tov kirine şitil û dê hefteya bê biçînin û ew difikirin ku sebzeyên weke balîcanên sor, îsot, hiyar, balîcanê reş, zebeş û petixan biçînin. Kordu bilêv kir ku weke jin dixwazin qadeke bostanê ya hevpar ava bikin lê di civakê de têgeha jin nikarin ereziya mezin biçînin tê afirandin, lê ev feraset bi bi ajotina zeviyê û dora wî girtinê ve pûç kirine nîşan dane ku jinan çandinî dîtine û pêş xistine.

'Di çandiniyê de endezyar jin in'

Kordu bilêv kir ku dayikên ku her tim bi karê çandiniyê ve mijul dibin tên bostan û kîjan sebze li kû derê tê çandin dayik biryara vê didin û referans dayik in. Kordu ev agahî da. "Ji ber vê yekê referansa me dayikên me ne. Di mijara tovan de jî wisa ye. Dema ku em di vî zeviyê de xebitîn fikra hevalek xwe yê endezyarê zireatê ye girt. Lê referansa me ya bingehîn dayikên me yên bi salan in bi axê re mijul dibin in. Me ew anîn vê derê û li axê mêze kirin. Rê nîşanî me dan. Em ê ça bikin dê çawa baştir be nîşanî em dan û pêşingî kirin."


Kordu destnîşan kir ku tekane armanca wan ew e ku jin heqdestê keda xwe bigirin û heke bi ser kevin dê vê yekê bikin projeyeke ku îstihdamê tîne. Kordu got ku dixwazin bi vî rengê ji çandê û kevneşopiyê qut nebin û wiha axivî: "Armenca me em tenê biçînin nîne, xwarina balîcan û pîvaz nîne. Ax ji vê wêdetir e. Terzê jiyana me jî vî zêdetir tiştan îfade dike."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN