DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo Nisêbînê zêmar nivîsand

14 Gulan
09:08 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Navçeya Nisêbînê ku 2 meh in di bin êrîşan de ye berxwedana endamên YPS û YPS-JIN'ê bû mijara zêmar û newayan. Halîme Ozel (70) a li taxa berxwedanê bi neviyên xwe ve dimîne bi zêmara "Nisêbîna Rengîn" ve berxwedanê vedibêjê.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêndîrê ku berxwedana xwerêveberiyê berdewam dike, 2 meh in berxwedaneke bêhempa tê dîtin. Navçeya ku bi berxwedana xwe ya dîrokî ve wekî "Nisêbîna Rengîn" tê gotin berxwedana endamên YPS û YPS-JIN'ê berdewam dike. Jinên ku taxên xwe naterikînin jî vî berxwedana dîrokî bi newayên xwe vetînin asta ku qet neyê jibîrkirin. Jinan bi navê Halîme Ozel (70) a ku li taxa Yenî Turanê bi neviyên xwe ve dimîne û taxa xwe neterikand bi zêmarên xwe ve berxwedana Nisêbînê vedibêje. Ozel ji ber bêdengiyê gazincên xwe dike û bersiva li hemberî gotinên "teslîm bibin" bi berxwedanê çawa tê dayîn vedibêje.


"Were yadê, aa yadê aa yadê aa yadê

Wê çawa bê

Were min got wa sûwaro

Rimrim neke

were min got wa sûwaro tûnê bi qedrê xwe dike

Tûnê peya bibe, rêkamin dirêje.

Barêmin girane, wa sûwaro

Min got tinê xwe bi qûrbana Nisebîn'ê kavilê xirabada xwe bigihîne.

Were sûwaro heyran, meyzêne qawetîkê Nisebînê ji min re bîne.

Were min got wa sûwaro,

Heyra min qûrbano bavê sûwara.

Were min got ezê biçim xopana çola Nisebînê

Xir û xanîyê xwe bigihînim.

Were min got bi qasidê navê ezê bişînim, ezê bişînim

Were ezê bi qûrbana Nisebîna Rengîn cîhê sûwara, ey ey..

Wale cihê hakimo hercê halayê

Wale kesî deng nekir,

Wale kesî deng nekir, kesî peyvek negot.

Kesî di hawara Nisebînê've nehat.

Wey la yadê, ez nemînim.

Were min got îro birînamin dinalêêê derman nîna êê

Were min got yadê

Dinalê ji kezebê

Wale ezê rojê sê cara ez dinalim, ez dinalim.

Were yadê, ez dikim nakim birînaminê qamuşk girê

Ez nahêlim dîsa divekim.

Birîndarim, birîn xedarim.

Were yadê, wexta go behsa Nisebînê dikin, dest û per û lingêmin dişkên û ber mera tênin.

Yadê ji xêra mala xwedêre ezê serê çîyakekî lal buma,

nalîn û kalêna Nisebînê nehatibana mino.

Yadê wezîzê weke vê alemê derketibuma û muhacir buma

Yadê dest û lingêmin ji Nisebînê nelebitîn.

Ez mame di xênîde.

Were lê dayê, lê dayê lê dayê

Were min got cardi min nemayê min nemayê…

Ji xêra mala xwedêre, minê teyrik bama minê firîbana.

Minê dinala nala Nisebînê hesnekirbuma.

Were yadê heyf û xebînetê Nisebînê wale tijîbuna ji gola xunê

Wale yadê ez birîndarbum û nal û nala….

yadê denk tê,bi xwedê denk tê tû nizanî ji kû ve tê.

Xwedê doh te dimeyîzandin û naqosand dikirin lê lê dayê

Digo derkevin teslîm bibin

Gelî hevalê hêja bi xwedê bi saeta û bi dekka berxwedana lê lê dayê

wale kesik di hawara wa nehat û xwe teslîm nekirin.

Wale yadê kesî destek neda Nisebînê…

Wey liminê wey liminê were heyf û xebînetê Nisebînê….

Lê lê Serhildana Nisêbîne"

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN