Der barê parlamenterê derket kolanê de fezlekeya skandal
HAYRÎ DEMÎR
ENQERE (DÎHA) - Li bajar û navçeyên ku "qedexe" hatine îlankirin ji bo kesên ku vê bin pê dikin 219 TL ceza tê dayîn, li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ligel qedexeyê parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu yên ji bo piştevaniya gel derketin kolanê fezleke hate amadekirin û hate xwestin ku destnedayînên wan bên rakirin.
Li bajarên Kurdistanê yên ku "qedexe" hatine îlankirin welatî ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin derdikevin derve li gorî Qanûna Qebahatan a Hejmar 5326'an 219 TL ceza tê birîn, heman ceza ji bo parlamenterên HDP'ê kirin ûhincet û hate xwestin ku destnedayînên wan bên rakirin.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hate îlankirin û heta 18'ê çileyê berdewam kir, parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji bo piştevaniya gel ji navçeyê dernekitin. Parlamenterên HDP'ê di 5'ê çileyê de li taxa Yenîşehîrê dema di wesayîta xwe de bûn ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
'Encu û Îrmez nîzama cemaweriyê xistine xetereyê
Piştî ku parlamenterên HDP'ê derketin derve Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê der barê her du parlamenteran de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê bi hinceta "nîzama cemaweriyê û ewlehî xistine xetereyê an jî ewlehiya şexsan xistine xetereyê" got ku parlamenteran "sûc" kirine.
Di vî çarçoveyê de dozgeriyê xwest li gorî Qanûna Qebahatan a Hejmar 5326'an destnedayîna Îrmez û Encu bê rakirin û ji bo vê yekê fezleke amade kir. Fezlekeya navborî jî di 10'ê adarê de ji bo bişînin meclîsê ji Wezareta Dadê re şand.
DEma ku hefteya bê guhertina Qanûna Esasî bê rojeva meclisê û bibe qanûn Îrmez û Encu yên ku destnedayînên wan bên rakirin dê di çarçoveya 219 TL cezaya pere de bên darizandin.
Der barê kesên ku li cem ên daxuyanî xwendine de jî fezleke
Fezlekeyeke din a skandal jî der barê parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier de hatiye amadekirin e. Taşçier dema daxuyaniya ji bo dorpêça Sûrê bê rakirin parlamenter Feleknas Uca daxuyanî daye li cem wê sekiniye. Taşçier ji ber ku li cem Uca sekineye der barê wî de jî bi nêzîkatiyeke skandal ve der barê wî de fezleke hate amadekirin.
(sa)