DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Irgat: Dixwazin li ser îstismara zayendî bidin girtin

 
13 Gulan
17:24 2016

BEDLÎS (DÎHA) - Hat diyar kirin li Wezfa Ensarê ya Bedlisê despêkê li 9 jinan şantaj hat kirin û piştre 9 jin bi îstismara zayendî re rû bi rû mane. Parlamentara HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat diyar kir ku jinên mexdûr serî li qereqolê dane, lê serlêdana jinan hatiye piştguhkirin û ev tişt got: "Çawa li ser dosyaya li Karamanê bi lez û bez dan girtin, niha tişta li Bedlîsê tê kirin jî heman tişt e. Tê xwestin kesê ev sûç kirine, wan mafdar derxin û li ser delîlan bidin girtin."

Piştî li Wezfa Ensarê ya Bedlisê hat îdiakirin li hemerî 9 jinan şantaj hatiye kirin û bi îstismara zayendî re rû bi rû mane, Koordînasyona KJA'yê ya Bedlîsê der barê buyerê de li avahiya KESK'ê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya çapemeniyê de Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgan, Hevseroka HDP'ê Nazîme Arvas, Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkiran û endamên KJA'yê beşdar bûn. Irgat di civînê de axivî û diyar kir ku li Karamanê li hemberî 45 zarok îstismara zayendî pêk hatiye û wiha axivî: "Li şaxa heman weqfê ya li Bedlîsê de li hemberî jinan pêkanîneke wiha jin matmayî dihêle."

Irgat di berdewama axaftina xwe de xwest hemû şaxên Weqfa Ensarê bên girtin û aşkera kir ku li Bedlîsê jî ji ber sersariyê heman êrîş pêk hatiye û ev tişt anî ziman: "Kesên ku digotin 'ji carekî tiştek dernayê' em dîsa vê gotinê li bîra wan tînin, li vir careke din derket holê. Hemû şaxên Weqfa Ensarê nîşaneya vî sûcî ne. Divê hemû şaxên weqfê bên lêkolînkirin."

Mala mamosteyan hîbeyê Ensarê kirin

Irgan aşkera kir ku şaxa weqfê ya li Bedlîsê bi salan wekî Mala Mamosteyan hatiye bi kar anîn, lê berî 2 salan hîbeyê weqfê hatiye kirin. Irgan pisên wekî "Xebera we ji malên girêdayî Weqfa Ensarê heye? Peywîrdar û mamosteyên li vê weqfê de kêngê dest bi kar kirin, der barê wan de tu lêkolîn hatiye kirin?" ji Wezareta Perwredeya Mîllî û ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê pirsî.

'Dixwazin li ser îstismarê bigirin'

Irgat da zanîn ku jinên bi buyerê re rû bi rû mane, serî li qereqolê dane, lê selêdana wan hatiye piştguhkirin û wiha pêde çû: "Çawa li ser buyera li Karamanê dan girtin, tişta li Bedlîsê îro tê kirin jî heman tişt e. Kesên ev sûc pêk anî tên parastin û dixwazin li ser buyerê bidin giritin. Em de teqes nehêlin li ser vê dosyayê bê girtin. Em dê şopdarê vê dozê bin."

Irgat, herî dawî bang li tevahî komeleyên jinan ên li Tirkiyeyê kir ku li hemberî vê buyerê dengê xwe derxin û piştgiriyê bidin wan.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN