DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

DBP: Hedef pûçkirina kongreya me ye

 
13 Gulan
15:05 2016

AMED (DÎHA) - Navenda Giştî ya DBP'êtêkîldarî girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek daxuyanî da û li hemberî biryara girtinê ya bi hincetên necidî û neexlaqî nerazîbûn nîşan da. Endama PM a DBP'ê Semra Demîr diyar kir ku hedef pûçkirina kongreya wan a giştî ye û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ew ê dev ji înşakirina Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk bernedin.

Têkîldarî girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Kamuran Yuksek li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê yê ji Çapemeniyê Berpirsyar Demîr Çelîk û Endama MP a DBP'ê Semra Demîr beşdarî civînê bûn û bal kişandin li ser pêla girtin û binçavkirinê yên li dijî partiya wan. Demîr Çelik got ku "tekane siyaseta alternatîf xweseriya demokratîk e" ev pêşdîtina çareseriyê ji aliyê AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan ve tê astengkirin. Çelîk bilêv kir ku zêdetirî 100 şaredariyên wan hene, 22 hevşaredarên wan hatine girtine 19 jî ji peywir hatine durxistin, bi van re tê xwestin DBP bê terorîzekirin û bavêjin derveyî siyasetê.

'Necidî û neexlaqî ye'

Li ser navê DBP'ê daxuyaniya ku hatibû amadekirin Endama MP a DBP'ê Semra Demîr xwend û diyar kir ku DBP yek ji hevparên tevgera siyasî ya kurd e. Demîr bi bîr xist ku Yuksek ji aliyê wesayîtên Ranger ve hatiye rawestandin bi awayeke nehiqûqî hatiye binçavkirin û wiha berdewam kir: "Dema ku hevserokê me dibin çavan de bû tu pirs jê nehat kirin û dema binçavkirina wî hate dirêjkirin. Di dozgeriyê de jî delîlên ku wekî sûc hatine nîşandan jî tenê axaftinên wî yên ji bo agahdarkirina civakê ne. Heta daxuyaniyên ku wekî sûc hatine nîşandan bi awayekî necidî û neexlaqî hatine amadekirin."
Demîr bilêv kir ku bi girtina Yuksek re kesên ku "serdestiya hiqûqî" danîn aliyeke di heman demê de nîşandan ku çiqas dûrî exlaq in.

Demîr bal kişand li ser mijara ku operasyonên qirkirina siyasî di dema ku DBP'ê amadekariya kongreyê dike de pêk tên û wiha axivî: "Ev êrîşên li dijî partiya me ya ku misyona wî ya înşakirina Komara Demokratîk û Xweseriya demokratîk heye, em dizanin ku ji bo pûçkirina kongreya me ye. Dema ku mirov bi bîr tîne ku siyaseta kurd bi hewldanên rakirina destnedayînan jî tê xwestin bê tasfiyekirin jî armanca van operasyonan derdkive holê. Ligel hemû êrîşan bersiva me bi gelê me re xurtikirina têkoşînê û pêkanîna kongreya xwe ye."

Demîr di dawuya daxuyaniyê de got ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN