DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Xwestin bikujin lê nebû fezleke amade kirin

 
13 Gulan
09:43 2016

HAYRÎ DEMÎR

ENQERE (DÎHA)
- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mijdara 2015'an de li navçeya Farqînê rastî êrîşa polîsan hat bombeya gazê li serê wê ket, ligel ku mexdûr bû jî dozgeriyê derbarê polîsan de tu lêpirsîn venekir lê derbarê Yeksekdag û 8 parlamenterên HDP'î yên wê rojê li wir bûn de ji bo destnedayînên wan bên rakirin fezleke amade kir.

Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mijdara 2015'an de hatibû hedefgirtin û kapsula gazê li ser serê wê re derbas bûbû. Der barê Yuksekdag û parlamenterên ku pê re bûn de ji bo destnedayînên wan bên rakirin fezleke hate amadekirin. Têkîldarî heman êrîşî der barê tu polîsan de lêpirsîn jî nehat vekirin.

Der barê 8 parlamenteran de bi heman hincetê fezleke

Di 12'ê Mijdara 2015'an de di roja 10'emîn a dorpêçê de bi Yuksekdag re parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Saadet Becerîklî, Ertugrul Kurkçu, Ahmet Yildirim, Feleknas Uca, Mehmet Alî Aslan, Çaglar Demîrel û Îdrîs Baluken çûbûn navçeyê û xwestin bikevin taxên di bin dorpêçê de. HDP'ê li vir rastî êrîşa polîsan hatin û gule berdan wan bi dehan bombeyên gazê hatin avêtin. Di êrîşan de welatiyet hatibû birîndarkirin. Piştî êrîşî Yuksekdag xetereya mirinê derbas kir, li dijî polîsan nerazîbûn nîşan da, ji ber îfadeyên wê yên li vê derê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin.

Hincet: Polîs tavdane

Piştî bûyerê îfadeyên peywirdarên dewletê Osman Gunduz û Mustafa Îlîk hatin girtin ji ber ku wan der barê parlamenterên HDP'ê de gilî kirine lêpirsîn hatiye destpêkirin. Polîsên ku meşa parlementeran asteng kirine ji aliyê parlamenterên HDP'ê ve hatine tavdan wekî hincet hatiye nîşandan.

Dozgeriya ku bi vî hincetê lêpirsîn li HDP'iyan vekir, der barê kapsula gazê ya li ber serê Yuksekdag re derbas bû qet nenirxand. Dozgeriyê ji ber gotinên Yuksekdag bi hinceta heqeret li serokomar kiriye bi riya BÎMER'ê gelek gilî hatine lê ji ber ku ne mexdur in di fezlekeyê de cih nedane van giliyan.

Lilge mexdurbûna Yuksekdag der barê polîsan de tu tişt nehat kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 polîsên li Farqînê , Serokwezîr Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet davutoglu û Wezîrê Karê Karên Hundir wekî muştekî cih digirin.

Dozgeriyê bi hinceta ku Yuksekdag "nehiştiye peywirdar peywira xwe bi cih bînin" "heqeret li serokomar kiriye" "heqeret li peywirdarê cemaweriyê kiriye" xwest destnedayîna wê bê rakirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN