DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

'Dixwazin karkeran ji xwe re bikin kole'

 
13 Gulan
09:08 2016

WAN (DÎHA) – Karkerên taşeronê bertek nîşanî "zagona koletiyê" ya bi navê "Buroyên Îstîhdama Taybet" li Meclîsê hatî qebûl kirin dan û gotin "Armanc ew e ku karkeran ji xwe re bikin kole."

Li Tirkiyeyê bi sedhezaran karkerên taşeronê li benda zagonên ku karê wan mîsoger bike bûn lê zagona ku herî dawî li Meclîsê hate qebûlkirin rewşa karkeran xirabtir kir. Zagona ku di Meclîsê de bi navê "Buroyên Îstîhdama Taybet" hate qebûl kirin ji aliyê karkeran ve weke "zagona koletiyê" hate binavkirin. Bi vê zagonê re rê li şirketan tê vekirin ku karkeran kirê bikin û bidin xebitandin û her wiha mafên wan ên bingehîn jî tune were hesibandin.

Karkerên Wanê jî bertek nîşanî vê zagonê dan û diyar kirin ku dê li hemberî vê têkoşînê bilind bikin. Hevberdevkê DEV-YAPI-ÎŞ'ê Kadir Toprak destnîşan kir ku bi vê zagonê re rê li ber kirêkirina karkeran tê vekirin û got şertên xebatê jî di nav de her tişt ji xwediyê kar re tê hiştin.

'Koletiyê li karkeran ferz dikin'

Karkerê taşeronê Hayatî Altintaş jî diyar kir ku ev zagon koletiyê li karkeran ferz dike û got "Armanca wan ew e ku mirovan ji xwe re bikin kole." Altintaş da zanîn ku ev zagon di heman demê de mafê teqawûtbûnê jî dihêle ji însafa karsaz re û wiha berdewam kir: "Eger emê bi salan bixebitin û nikaribin heqê keda xwe bigirin, li vir pirsgirêkek cidî heye."

'Karkerê bikirê navê koletiyê ye'

Karkerê bi navê Agît Ararat jî destnîşan kir ku hikumet îdia dikir dê pirsgirêka taşeronan çareser bike lê pirsgirêk kûrtir kiriye û wiha got "Bi navê kadroya karkeran, bi navê îstîhdamê, bi navê çareseriyê zagona koletiyê derbas kirin." Ararat bilêv kir ku navê "karkerê bikirê" bi xwe navê koletiyê ye û wiha pê de çû: "Dema bixwaze dikare bigire kar, dema bixwaze dikare ji kar derxe. Bi vî rengî karker mûhtacî xwe dike."

Ararat di dawiya nirxandina xwe de bi van gotinan banga bilindkirina têkoşînê li karkeran kir: "Ez bang li karkeran dikim ku xwedî li keda xwe derkevin û li hemberî mijokeriya kedê xwe birêxistin bikin."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN