HDP li hemberî 'darbeya siyasî' dadikeve qadan
ENQERE (DÎHA) - HDP dê li hemberî darbeya siyasî ya hikumeta AKP'ê li 11 bajaran 68 civînan lidarbixe û vê pêvajoyê bi gel re nîqaş bike. Piştî van civînan jî dê HDP li bajarên Kurdistanê mitîngên girseyî li darbixe.
Li hemberî polîtîkayên tasfîyekerina siyaseta demokratîk a bi destê AKP'ê tê meşandin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku dakeve qadan. HDP ku hewldana rakirina destnedayîna parlamenteran weke "darbeya siyasî" binav dike dê bi dirûşmeya "Civînên Siyaseta Demokratîk" li gelek bajaran civînên gel lidarbixe. Di çarçoveya vê bernameyê de, dê dawiya heftê li 68 navendan civînên gel û bernameyên salonan were lidarxistin.
Seferberiya rêxistiniyê
Ev bername di heman demê de ji aliyê HDP'ê ve weke seferberiya rêxistinbûyînê jî tê destgirtin û dê di van civînan de helwesta HDP'ê ya li hemberî vê pêvajoyê ji gel re were gotin. Di vê çarçoveyê de dê rojên În û Şemiyê li Edene, Antalya, Mersîn, Stenbol, Hatay, Manîsa, Bursa, Aydin, Kocaelî û Meletîyê, di 68 navendan de bername were lidarxistin.
HDP dê bi gel re biryarê bide
Dê di van civînên gel de her wiha nêrîn û pêşniyarên gel ên der barê mijarê de jî were girtin û beriya biryara dawî dê HDP helwesta xwe bi ya gel re bike yek. Pêşniyarên ku dê ji van civînan were girtin, dê beriya ku teklîfa guherandina makezagonê ya AKP'ê were rojeva Meclîsê cara dawî were nirxandin û biryarek zelal derkeve holê. Tê payîn ku teklîfa AKP'ê hefteya pêşiya me were rojeva Meclîsê. Dê HDP jî nirxandina xwe ya dawî 16'ê Gulanê roja Duşemê bi beşdariya endamên Lijneya Rêvebir a Navendî ve bike.
Li bajarên Kurdistanê mitîngên girseyî
Piştî van civînên gel dê HDP li bajarên Kurdistanê bi beşdariya hevserokên partiyê mitîngên gel ên girseyî lidarbixe û tevî gel bersiva polîtîkayên tasfiyeyê yên hikumeta AKP'ê bide. Li ser van plannameyan jî hê nîqaş didomin. Dê bi zelalbûna vê bernameyê jî HDP li bajarên Kurdistanê dakeve qadan.
(sy)