DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Me got berxwedan jiyan e û me her li ber xwe da'

 
13 Gulan
09:01 2016

AMED (DÎHA) - Dîroka navçeya Licê ya Amedê di heman demê de parçeyek dîroka berxwedanê ya gelê Kurd. Yek ji şahidên berxwedana ku li hemberî zilmê hatî meşandin Fehîma Zorarslan a 66 salî anî ziman ku wan koletiyê, cerdevaniyê û zilmê tu car qebûl nekirine û got "Me got berxwedan jiyan e û me her li ber xwe da. Em natirsin ne ji wan ne ji bombeyên wan. Ma ji mirê wêdetir heye?

Navçeya Licê ya Amedê ku dîroka wê bi çîrokên berxwedanê re dagirtî ye, di demên dawî de car din rastî êrîş û qedexeyan tê. Fehîma Zorarslan a 66 salî ku bûye şahida zilmên giran ên dewletê, di heman demê de weke dîroka Licê ye. Dayika Fehîma ji erdhêja Licê bigire heya hilweşandin û şewitandina sala 1992'an gelek êşan di dilê xwe de hewandine. Zoarslan anî ziman ku êşên ku kişandine weke Licê hêza berxwedanê dide wê. Dayika Fehîma hê di 5 saliya xwe de ji ber "doza xwînê" bavê xwe wenda dike û hê di 13 saliya xwe de jî tê zewicandin. Di salên ku êdî fêrî êş û berxwedanê bûye jî vê carê erdhêja Licê di ser de hatiye.

Dema Licê hat şewitandin li axûrê xwe veşartin

Di erdhêja Licê ya 6'ê Îlonê 1975'an de zarokek Dayîka Fehîma jî di bin kavilan de dimîne û jiyana xwe ji dest dide û her çiqas koçî Bursayê bike jî piştî salekê sebra wê nayê û car din vedigere Licê. Di vegera Licê de di bereqeyan de hewl da ku êşên erdhêjê ji bîr bike lê vê carê jî êrîşê hêzên dewletê destpêkirin. Di wan salan de gund hatin şewitandin, bi dehan kes hatin qetilkirin û dema di 22'ê Cotmeha 1993'an de navenda Licê hate şewitandin, Dayika Fehîma li gel 6 zarokên xwe bi rojan di axûrê de xwe veşartin û ji êrîşan xilas bûn.

'Li hemberî hemû êşan me li ber xwe da'

Dayika Fehîma bi gotina zêrîn a "Me got berxwedan jiyan e û me li hemberî hemû tengasiyan li ber xwe da" jiyana xwe raxist ber çavan û got ji ber ku koletîyê, cerdevaniyê qebûl nekirine rastî koç, şewitandin û kuştinê manê. Dayika Fehîma anî ziman ku îro jî Licê bi wehşetek mezintir re rû bi rû ye û got "Divê em îro zêdetir li ber xwe bidin." Dayika Fehima diyar kir ku li gel bi dehan sal derbas bûne jî zilma li ser wan derbas nebûye.

'Emê li ber xwe bidin û biserkevin'

Dayika Fehîma balê kişand ser bombebaranên ku di rojên dawî de li Licê tê kirin û bi van gotinan banga berxwedanê li hemû Kurdistanê kir: "Wehşeta ku duh hat serê Licê îro tê ser hemû bajarên Kurdistanê. Êdî bes e. Emê heya xwîna xwe ya dawî li pey zarokên xwe, axa xwe û şehîdên xwe bin. Em nikarin dest ji van berdin û serî bitewînin. Emê hemû li ber xwe bidin. Em ne ji wan ne ji bombeyên wan natirsin. Çi dibe bila bibe. Ma ji mirinê wêdetir heye? Em bi rihê berxwedanê dimeşin û emê biserkevin jî. Roj ne roja sekane ye. Divê herkes rabe ser piyan."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN