DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji parlamenterên CHP'ê re nameya 'na' şandin

 
12 Gulan
13:56 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Bloka Aştiyê ya Îzmîrê ji parlamenterên CHP'ê re ji bo ku ji pêşnûmeya rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê re nameyên dengên "na" bidin şandin.

Bloka Aştiyê ya Îzmîrê li ber Postexaneya Navendî ji bo ku destendayînên parlameneteran neyên rakirin daxuyanî dan çapemeniyê. Dİ daxuyaniya ku endamên Bloka Aştiyê tevlîbûn de pankarta "Ne li gorî fermanan li gorî dengê wijdanê xwe tevbigere" vekirin dowîzên "Ji darbeyê re bibêje na" "Ji bo aştiyê bibêje na!" "Ligel hemû tiştan bibêje na" hilgirtin.

Dê li dijî lêgerînên aştiyê dê bibe darbeyeke giran

Berdevka Bloka Aştiyê ya Demî Coşkun Ûstercî diyar kir ku ev guhertina ku parlamenterên HDP'ê dike hedef dê di pirsgirêka kurd de pêşiya hemû lêgerînên siyasî bigire û wiha got: "Ev dê bibe girtina kanalên siyasetê û li dijî lêgerînên aştiyê bibe darbeyeke giran. Di 1994'an de tiştên ku li dijî parlamenterên DEP'ê hatin kirin texrîbatên ku derketin holê di hişê raya giştî ya Tirkiyeyê de ye. İsrarkirina van rêbazên ku berê hatine ceribandin û bûye sedema giranbûna pirsgirêkên nayê fêmkirin."

'Bila CHP ji bo aştiyê dengê 'na' bi kar bîne


Ûstercî parlamenterên CHP'î hişyar kir û got ku heke bibêjin "erê" ev yek ji bo CHP'ê di pêşerojê de bibe xetereyeke mezin û wiha axivî: "Em wekî îzmîrî dibêjin ku parlamenterên CHP'ê yên Îzmîrê careke din helwesta xxwe li ber çavan re derbas bikin û ji bo axtiyê dengê 'na' bi kar bînin."

Piştî axaftina Ûstercî endamên Bloka Aştiyê ji parlamenterên CHP'ê re ji bo ku dengên"na" bidin name şandin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN