Duzkan: Dema ku devê xwe vedikin sûc dikin
STENBOL (DÎHA) -  Nivîskar û rojnamgera femînîst Ayşe Duzkan gotinên rayedarên îxtidarê û saziyên dewletê yên li dijî jinan nirxand diyar kir ku dema ku rayedar devê xwe vedikin di her daxuyaniyê de  Peymana Pêşîlêgirtina Hemû Cureyên Şîdetê yên li Dijî Jinan a NY'ê bin pê dikin. 
Daxuyaniyên hikûmetê û saziyên dewletê yên der barê jinan de feraseta wan a mêr bi awayeke zelal nîşan dide. Saziya Ziman a Tirk (TDK) a pênaseyên zayendperest tê zanîn herî dawî jî di ferhenga înternetê de peyva "qirêj" ji bo dema reglê ya jinan pênase kir. Nivîskar û rojnamgera femînîst Ayşe Duzkan  têkîldarî zimanê mêr a îxtidarê ya ji bo jinan û mudaxalekirina jiyana wan ji DÎHA'yê re nirxand. 
Peymana NY'ê tê binpêkirin 
Duzkan a ku got dema ku serokwezîr û rayedarên hikûmetê der barê jiyan de devê xwe vedikin Peymana Pêşîlêgirtina Hemû Cureyên Şîdetê yên li Dijî Jinan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dikin anî ziman ku  bi bakaranîna vî zimanê ve destkeftiyên ku jinan d qanûnan de bi dest xistine tê xwestin paşve bigirin.  Duzkan wiha axivî: "Ji ber ku hin ji van destkeftiyan wekî guhertina civakî ye lê dema ku ji jor gotina 'ma jin û zilam qet wekhev dibin' tê bikaranîn ev yek hêzê dide zilamê ku dieciqîne. rewşekî civakî ya bi vî rengî afirandin."
'Em hemû ji vî xwînê hatin dinê'
Duzkan got ku pênasekirina TDK ya "regl" wekî qirejî mînakekî vê yekê ye û ev yek wekî "dijminatiya li hemberî jinan" pênase kir. Duzkan wiha got: "Ev encama feraseta TDK'ê ya jinên ku regl dibin nikarin rojî bigirin e. Lê em hemû ji vî xwînê ji çêbûne."
Îstismara li hemberî zarokan pir cidî ye
Duzkan bal kişand li ser îstismara zayendî ya li Weqfa Ensarê ya li hemberî zarokan û bi cezaya ku hatiye dayîn ve jî  bi lez li ser bûyerê hate girtin. Duzkan wiha got: "Wekî ku tiştekî saziyê eleqedar dike nîne  tevgeriyan. Cezayeke giran dan kesekî û ser girtin. Hewldana li ser girtinê heye. Heta niha rewşeke ku zarok û jinan mexdûr bikin derketiye holê."
Duzkan bilêv kir ku li Tirkiyeyê îstismara zarokan pirsgirêkeke pir cidî ye û bi çûyîna li ser Weqfa Ensarê  ji bo girtina tedbîran fersendek e. Duzkan got ku bi hewldana  Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ve bû pêvajoya paknîşandana  Weqfa Ensarê.
Li dijî keda jinan êrîş
Duzkan bal kişand li ser "Qanûna îstihdamê ya taybet" a ku hefteya borî ji Meclîsê derket ve dê koletiyê li ser jinan ferz bikin û keda jinan tune bê hesibandin, ev qanûn herî zêde jî bandorê li ser jinan bike. Duzkan anî ziman ku keda jinan dibin êrîşeke dijwar de ye. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							