DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Hûn ê winda bikin!

 
11 Gulan
14:05 2016

AMED (DÎHA) - Binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê hate binçavkirin ji aliyê hevserokên HDP, KCD û hevserokên HDK'ê parlamenterên HDP'ê ve hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got ku nayê xwestin li welat jibilî Erdogan biaxive û wiha got: "Hûn dikarin Kamuran Yuksek jî me jî bigirin lê di dawiyê de fatureya hemûyan dê ji were derkeve. Hûn ê winda bikin."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevserdevkên HDK'ê Gûlîstan Koçyîygît û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Gûven, parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl têkîldarî binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran yuksek li ber Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Leyla Guven ewil axivî û got ku Yuksek bi awayeke nehiqîqî hatiye binçavkirin û sedema operasyonê jî pêkûtiya "neaxivin e" û wiha berdewa kir: "Dixwazin tenê zilamek biaxive, ew jî REcep Tayyîp Erdogan e. Lê gel dê vê yekê qebûl nekin." Gûven bilêv kir ku kesên demokrat, aştîxwaz û alîgirên azadiyan dê ligel pêkûtiyan bi israr biaxivin.

'Bi vî konseptê dê encam neyê girtin'

Guûven diyar kir ku li Tirkiyeyê azadî tuneye û ev tişt anî ziman: "Kî diaxive bila biaxive dozger wan digire binçavan. Ev pêkûtî îro dest pê nekiriye. Bi sedan xebatkarên DBP'ê hevşaredar girtî ne. 3 endamên meclîsa partiyê hatin qetilkirin. Ev pêkûtiyên li hemberî partiyê her tim berdewam dikir. Ev bes nedîtin û hevserokê me binçav kirin. Em ê bi gelê xwe re heta dawî têbikoşin. Daxwaza gel hebû. We jî jî dît li hemberî van daxwazan mirov hatin qetilkirin û hê jî xirakirin didome. Ma em ê li hemberî vê bêden bimînin? Na. hevserokê me tu neheqî û nehiqûqî nekiriye. Li cem gelê xwe cih girtiye. Ji ber ku fikrên xwe parve kir hate binçavkirin. Em dixwazen demildest bê girtin. Ji vî konseptê tu encam nayê girtin. Ji girtîgeha Amedê heta niha gelek mirov hatin girtin lê piştî ku cezayên wan qediye dîsa di nava civaka rêxistinkirî de cih girtin."

Deîrtaş: Em cara yekem nabin şahid

Piştî Gûven, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê tu caran kanalên siyasetê tam vekirî nebûn. Demîrtaş bilêv kir ku li dijî sîstema tekparêz 90 sal in wekî ku siyaset hatiye qedexekirin û wiha berdewam kir: "Em cara yekem nabin şahidê van nehiqûqiyan. Bila hemû kes bizanibin ku ji bo ku em siyasetê nekin AKP û yên beriya wan hemû astengiyên ji destên wan hatin derxistin. Me ev astengî bi têkoşînê derbas kir û hatin van rojan. Lê li cihên ku me hebûna xwe diyar kir jî wekî tu lutfek e nêzîkî me bûn. Wekî ku HDP û DBP'ê derfetên ku hikûmet pêşkêş dike berhewa dike. Lê wan xwe li pişt benda hilbijartinê ya ku rejîma cuntayê danî veşartin. 14 salan wisa kirin. Alîkariyên xezineyê, hemû derfetên dewletê ji bo wan hatin seferberkirin. Di hilbijartinan de kanalên çapemeniyê kirin xizmeta AKP'ê. Burokrasî ji AKP'ê xebitî, daraz ji bo AKP'ê xebitî. Partiya ku mîtîngên wan hate bombekirin em ketin hilbijartinan."

'Pêkûtî di pêvajoya çareseriyê de jî bi dawî nebû'

Demîrtaş bilêv kir ku DBP di rêveberiyên herêmî de li herêmê îxtidar e, HDP jî partiya sêyemîn a meclîsê ye, bi têkoşînê hatine van deran. Demîrtaş got ku ev tişt ne lutfek e û wiha pêde çû. "Heta îrê gelek caran hewl dan asteng bikin. Lê ev der mewziyên têkoşîna demokratîk e. Niha êrîşeke bêsînor heye. Di 2009'an de operasyonên di bin navê KCK'ê de bênavber berdewam kir. Di pêvajoya çareseriyê de jî nesekinî. Feraseta faşîzan a ku dixwaze rejîma dîkta bihûne dê raneweste wisa tê fêmkirin."


‘Tenê dixwazin Erdogan biaxive’

Demîrtaş destnîşan kir ku li gorî ku agahiyên ji parêzerên Yuksek girtiye, Yuksek gotiye sedema binçavkirina wî daxuyaniyên ku daye û wiha dom kir: “Hevserokekî partiyek ji ber ku siyasetê dike û axiviye tê binçavkirin. Dixwazin Hevserokê partiyek ku ji sedî 55, 60 deng girtiye bixin girtîgehê. Jixwe ji doza KCK’ê 5 sal di girtîgehê de mabû. Tenê dixwazin Erdogan biaxive.”

‘Hûn ê winda bikin’

Demîrtaş da zanîn ku bi sedan endamên HDP û DBP’ê di bin navê “Têkoşîna bi terorê” re hatin girtin û wiha pêda çû: “Wekî HDP’î em qasî ku dozger der barê me de operasyonan pêk tînin naxebitin. Di sala 2009’an de dozgerên ku der barê hevalên me de operasyonan dan destpêkirin, di bin navê KCK’ê de bi hezaran hevalên me hatin girtin. Hûn dikarin Kamuran Yuksek û me jî bigirin, lê hûnê hesabê vê yekê jî bidin. Em ê teslîmê we nebin. Yên ku biatê qesrê neke, hemû terorîst û xayînin. Ger li vî welatî xayin hebe, ew jî kesên ku îxanetê li nirxên gelan dikin in.”

‘Em ê li dijî dîktaya qesrê rawestin’

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê li dijî qesra ku dixwaze nivî Tirkiyeyê bixe dijmin rawestin. Me ji vê darbeyê re got na, em ê bêjin na. Di şexsê Kamuran Yuksekdag dixwazin gelê me t eslîm bigirin. Divê gelê me li her derê protesto bike. Divê gel nîşan bide ku vê yekê qebûl nake.”
Piştî axaftinan hevserok, parlementer, nûnerên rêxistinên saziyên civakî û hevserokên şaredariyan ji bo piştevaniya bi Kamuran Yuksek re çûn ber edliyeyê.

(aw/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN