Esnafên Antalayê îflas dike!
ANTALYA (DÎHA) - Esnafên Antalyayê ku bi destpêkirina sezona turzîmê ve amadekariyên xwe temam kir, di nava du mehan de bi hejmara turîstên ku hatin vi miradê wan di ber wan de man. Esnafan diyar kirin ku hejmara turîstan bi awayeke ber bi çav kêm bûye û bi xetereya girtina kargehan re rû bi rû mane.
Ji ber krîza di nav bera Tirkiye û Rûsyayê de herî zêde esnafên Antalyayê bi bandor bûn. Esnafên bajar bi hatine sezona turîzmê ve bi bendewariyeke mezin amadekariyên xwe temam kirin lê bi hejmara turîstên ku hatin ve miradê wan di ber wan de man. Bi taybetî herêmên turîzmê yên wekî Alanya û Kemerê li Kaleîçî ya navenda Antalyayê esnaf gelek bi bandor bûn. Esnafên ku hatin asta derabeyên xwe bigirin diyar kirin ku ew ê sezona 2016'an dê bi zirarê bigirin û heta ku polîtikaya hikûmetê ya Rojhilata Navîn û şerê li Kurdistanê bidome sektora turîzmê nikare xwe kombike.
'Heke em bikaribin kirayên we bidin baş e'
Welatiyê bi navê Îbrahîm Ozbek ê li navçeya Kemerê aşxaneyê dişixulîne diyar kir ku 13 sal in vî karî dike lê niha karê wan ne baş e. Ozbek destnîşan kir ku li gorê salên borî karê wan pir kêm bûye û wiha berdewam kir: "îsal sektora turîzmê ne baş e, Em nikarin kar bikin. ji çarî yek karê berê ancax dikarin bikin. Sedema kar nekirina me nehatina turîstan e. Sedema nehatine turîstan jî rageşiya heyî ye. Her roj li her derê bombe diteqin. Krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye. Nehatina turîstan e." Ozbek bilêv kir ku sektora turîzmên ya 2016'an hatiye gritin û êdî dê sererast nebe. Ozbek diyar kir ku niha tekane derdê hemû kesan ew e ku bikaribin kireya birin e.
'Mêş jî tuneye ku em bigirin!'
Esnafê bi navê Arîf Akin jî diyar kir ku rewşa sektora turîzmê esnaf perîşan kirine karê wan girêdayî turîzmê ye, heke rageşî bidome dê karê wanv enebe. Akin destnîşan kir ku gotinekî ku "nêçîra mêş kirin" heye û wiha axivî. "Mêş jî tuneye, Kolan vala ne. Mêş tuneye ku em bigirin."
'Evsal qediya'
Ercan Kaya jî kolana li pêşiya dikana xwe nîşan da û wiha got: "Wekî ku hûn dibînin rewşa kolanê. Ji sedê 60-70 turîst nayê. Ji ber bûyeran tu kes nayên." Kaya got ku ev sal êdî qediyaye lê dîsa jî dixwaze hêviyên xwe winda neke.
(sa)