Endamên SES'ê rastî cezayê şermezarkirinê hatin
WAN(DÎHA)- Ji ber ku Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û êrîşên hikumeta AKP'ê yên li bajarên Kurdistanê protesto kirin, 70 kedkarên SES'ê rastî cezayê şermezarkirinê hatin.
Kedkarên ku Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û êrîşên tevkujiyê yên li bajarên Kurdistanê protesto kirin, rastî cezayên îdarî tên. Li Wanê jî bi dehan kedkarên SES'ê ji ber çalakiyên protestoyê rastî cezayên şermezarkirinê hatin. 70 kedkarên tenduristiyê ji ber ku tevlî çalakiya protestoya Komkujiya Enqereyê bûne, 16 kedkarên tenduristiyê jî ji ber tevlî çalakiya karberdanê ya 29'ê Kanûnê bûne rastî cezayan hatin.
Hevserokê Şaxa SES'ê ya Wanê Cengîz Baycu bertek nîşanê cezayê da û got bi cezayan gef li endamên SES'ê tê xwarin. Paycu da zanîn ku dê dosyayên cezayê bibin darazê û got "Emê heya DMME'yê biçin."
(sy)