DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Kargeha komun ji bo jinan firsendek mezin e '

 
10 Gulan
09:10 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Jinan li kargeriya dirûnê ya Mala Taxê ya Jinan a Guneşê ku Şaredariya Akdenîzê di çarçoveya projeya "Rêveberiya di Cih de" amade kir dest bi perwerdehiyê kirin. Jin li vir perwerde dibin û dest bi dirûn û fesalê dikin û berhemên xwe bi awayekî komîmê ava dikin. Endama kargeriya dirûnê Merişan Encu, anî ziman ku ev kargerî ji bo afirandin hilberîn û debara jinê firsendek mezin e.

Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ya DBP'î di çarçoveya projeya “Rêveberiya di Cih de" ji bo kargeriya dirûniyê Mala Taxê ya Jinan a Guneş dest bi perwerdehiya pîşeyî û tenduristiyê kir. Şaredarî bi vê projeyê armanc dike ku jinan ji nava çar dîwarê malê derxe û bike xwedî huner û pîşe. Kargeriya perwerdehiya dirûnê û neqişan a şaredariyê rastî eleqeyek mezin tê. Kargeriya ku lê perwerde tê dîtin, piştî perwerdehiyê dê hilberîn bê kirin. 15 jinên li vir perwerde dibin, ji fesalê bigire heta neqişandinê her cure pîvanan didirûn. Jinên li vir perwerde dibin, piştî perwerdehiyê dê dest bi hilberînek komîn bikin.

‘Ji bo jinan dibe hêvî û çavkaniya debarê'

Mamosteya Kargeriya Mala Taxê ya Jinan a Guneşê Yuksel Kapikiran, anî ziman ku li vir perwerdehiya pîşeyî dide jinan û jin piştî vê perwerdehiyê dê karibin bibin xwedî pîşe û dirûniyê bikin. Kapikiran, destnîşan kir ku her cureyê fesalî û dirûnî ferî jinan dikin û jin dê karibin her cureyê dirûnê bikin.

'Jin dê bi hilberînê bêtir dilşad bibin'

Kapikiran, destnîşan kir ku jin piştî fêrî pîşe bibin dê dest bi hilberînê bikin û her ku hilberînê bikin û debara xwa bikin dê bêtir dilşad û bextewar bibin. Kapikiran, destnîşan kir ku ev kargerî ji bo jinan qada hevî, hilberîn û pîşe ye û dê bi vê hilberîn û pîşe rêya xwe bi xwe diyar bikin.

'Ji bo bibim xwedi pîşe hatim vir'

Şagirta kargeriyê û dayika 3 zarokan Merişan Encu, anî ziman ku piştî ew hat vir gelek tişt fêr bû û ev kargerî ji bo jinan gelek muhîm û firsendek e. Encu, anî ziman ku her roj tiştekî nû li vir fêr dibe û xeyala wê dirûngeriyekê veke.

‘Her ku ez fêr dibim û hilberînê dikim bêtir kêfxweş dibim'

Dayika 2 zarokan Zeynep Etiz jî anî ziman ku ew bi kelecanek mezin hatiye kargeriyê û her ku fêr dibe heyecan wê zêde dibe û kêfxweş dibe. Etîz, da zanîn ku mirov bi xwe debara xwe bike û pirsgirêkên xwe çareser bike kêfxweşiyek mezin e û ew difikire ku dikanekê ji xwe re veke.

'Hilberîn hestek gelek xweş e'

Dayika 5 zarokan Hatun Tanga jî anî ziman ku her ku ew fêr dibe kêfxweş dibe û hildiberîn hestek gelek xweş e.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN