Ji Amedê ji Qesrê re: Dest ne îradeya min!
AMED (DÎHA) - Li Amedê li dijî hewldanên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve bertek hate nîşandan. Di çarçoveya çalakiya "DEst nede îradeya min" de bi banga HDP û DBP'ê bi beşdariya sedan welatiyan daxuyanî hate dayîn û peyama "Li dijî darbeya Qesrê em ê xwedî li îradeya xwe derkevin" hate dayîn.
La Amedê li dijî hewldanên rakirina destnadîyên parlamenterên HDP'ê daxuyanî hate dayîn. Di çarçoveya çalakiyên "Dest nede îradeya min" a ku ji aliyê HDK û KCD'ê ve hate destpêkirin de bi banga rêxistinên HDP û DBP'ê yen Amedê ve li Parka Koşuyolu daxuyanî hate dayîn. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Pêkûtî me bêzar nakin" hatin berz kirin. Wekîla Hevserokên DBP'ê yê Amedê LEyla Ayaz di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku yên ku di 7'ê hezîranê de îradeya gelan nas nekirin û pêvajoya rakirina destnedayînên parlamenteran bi lez kirin û nîşan dan ku dê îradeya 1'ê mijdarê nas nekir.
'Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin'
Ayaz ew ê li dijî darbeya Qesrê têkoşîna demokrasiyê xurtir bikin û xwedî li îradeya xwe derkevin, li dijî teslîm girtina civakê nebin temaşevan. Ayaz ev tişt anî ziman: "Em ê desturê nedin desnedayînên parlamenterên me bê rakirin. Bi pêkanînên nedemokratîk ve em qebûl nakin ku rêxistinên kurdan, civaka sivîl a kurd bê çewisandin. Em ê heta dawî bibêjin ku li dijî darbeya Qesrê bijî têkoşîna me ya demokrasiyê."
Ayaz got ku bi rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ve hêviyên ji bo lêgerîna maf a bi riyên demokratîk dê ji holê bê rakirin.
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî di daxuyaniyê de axivî û got ku gelê kurd li dijî qatlîaman li ber xwe daye, îradeya xwe nîşan daye ew ê ji bo xwedîlêdermetina îradeya 6 milyon kesan dê heta dawî li ber xwe bidin.
Daxuyanî bi çepik û dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bi dawî bû.
(sa)