DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên bi paştemalên xemrî banga piştevaniyê dikin

 
9 Gulan
09:13 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li Bazara Semtê ya Agiriyê jinên ku bi peştemalên xwe yên xemrî ve dezgehên xwe datînin banga li hemû jinan kirin û xwestin piştevaniyê xurtir bikin.

Bi pêşengiya Midûriyeta Xizmetên Malbatê û Jinê ya Şaredariya Agiriyê li taxa Batikent a bajar jinên ku li Bazara Semtê ya Jinê dezgehên xwe vekirine bi peştemalên xwe yên xemrî ve tevlî jiyana civakî û ya aborî ya bajar dibin, keda xwe nîşan didin. Jinên ku rojên şemî û çarşemê dezgehên xwe datînin, bazarê zindî dikin. Li bazarê nêzê 15 dezgeh hene û 12 jin bi peştemalên xwe yên xemrî ve dezgehên xwe vedikin. Li bazarê tiştên ku tên firotin etîketên wan bi kurdî û tirkî hatine nivîsandin û jibilî sebze û mewe, nanê tenûrê, şîr û gelek tiştên ku bi keda jinan tên hilberandin jî difiroşin.

'Jin divê bi piştevaniyê ve hêza xwe nîşan bidin'

Yek ji jinên bi peştemala xemrî Ceren Bariş diyar kir ku jin li bazarê piştevaniya kedê bihevre dikin. Bariş destnîşan kir ku jin bi bazarê eleqeyeke mezin dibînin lê ji bo ku eleqe zêdetir bibe piştevaniya di navera jinan de jî xurtir bibe. Bariş wiha axivî: "Heke em weke jin li vir in, divê jin piştevaniyê bidin me û xurtir bikin. Em weke jin dikarin hêza xwe bi vî rengî nîşan bidin."

Banga xurtikirina piştevaniyê

Menîfe Yakar jî anî ziman ku ji ber firotina tiştan kêfxweş e û ji bo ku piştevanî bêxurtkirin banga "eleqe heye înşelah dê zêdetir bibe. Em dixwazin jin piştevaniyê bidin hev" li jinan kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN