DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Em dest bidin hev û mirina zarokan rawestînin'

 
8 Gulan
15:09 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gelek navendan bi munasebeta Roja Dayikan, bername hatin lidarxistin û dayikan di axaftinên xwe de banga "werin em dest bidin hev û bihevre mirinên zarokên xwe rawestînin" li hemû kesan kirin.


ŞIRNEX

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirneşê jinên KJA, DBP û HDP'ê bi munasebeta rojê çûn serdana dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin û malbatên ku zarokên wan girtî ne. Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir a li Sîlopiyê hate qetilkirin, Behiye Nayir, malbata Toguç a ku ji ber topabaranê 4 kesên wan hatin qetilkirin, zarokên Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hate hiştin, dayika nûçegihanê me Nedîm Oruç hatin ziyaretkirin.

Dayika Pakîze Nayir, Behiye Nayir jinên ku hatin hembêz kir û wiha got: "Roja dayikan ji bo dayikên kurdan rojeke reş e." Nayir anî ziman ku ew dixwazin di rojekeke zarok nayên qetilkirin û nayên girtin Roja Dayikan bê pîrozkirin.

Di serdanan de roja dayikên din jî yek bi yek hate pîrozkirin.

ÊLIH

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê bi munasebeta Roja dayikan beriya ku biçin serdana dayikên ku li Cizîr û Amedê di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Şaredariya Êlihê hate dayîn û li ser navê dayikan Nuray Seçkîn axivî û diyar kir ku ew ê di vî roja watedar de li cem dayikên Amed û Cizîrê yên ku ji aliyê hêzên dewletê ve zarokên wan hatin qetilkirin bin. Seçkîn wiha got: "Em wekî dayikên kurd em jî dixwazin wekî hemû kesan bedena zarokên xwe hembûz bikin. Em dixwazin di vî roja watedar de dixwazin zarokên me gûl bidin me. Em hemû dayik dest bidin hev û mirinên zarokên xwe rawestînin."

Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê ber bi Amedê ve derketin rê.

ÎZMÎR

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, diyar kirin ku li Kurdistanê jin û zarok tên qetilkirin di rewşeke wisa de Roja Dayikan nikare bê pîrozkirin. Dayikan destegula reş danîn ber Abîdeya Cihanê. Di çalakiyê de li ser navê meclîsê Perîhan Kortak axivî û wiha got: "Ez li vid bang li Emîne Erdogan dikim. Zarok, neviyên te îro kulîlk dan destê xwe. Dê Roja Dayikan pîroz bikin. Lê îro zarokên me dimirin. Dayikên me dimirin." Kortak li hemberî bêdengbûna welatên cihanê yên li dijî qatlîamên li Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: "Dayik dê hesabê hemû sûcên ku hûn dikin dê ji we bipirsin. Em xemgîn in. Kes bila li bendê nebe ku Roja Dayikan pîroz bikin. Zarokên me di nava çar diwaran de ye, li kolanan û li malan tên qetilkirin. Em di van şertan de çawa roja dayikan pîroz bikin."

WAN

Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ji Girtîgeha Sîncanê bi riya xizmên xwe re name şand û Roja Dayikan pîroz kir. Keskîn ev tişt anî ziman: "Li cihê ku dengê dayikan xurt derkeve di nifrînê timabû, di hezkirinê de merdî çêdibe. Em ji bo aştiyê merd bin ku ji bo zarokên xwe bikaribin pêşerojekî ji xwîn û mirinê dur ava bikin. Bila roja hemû dayikan pîroz be."

DERSIM

Li Dersimê bi pêşengiya KJA û MEYA-DER'ê bi dehan jin bi munasebeta Roja Dayikan çûn Ziyareta Jara Ana Fatmayê û ji bo rondikên dayikan nabare, aştî pêk bê çira pêxistin. Di bernameyê de dua hatin kirin û bi temburan zêmar hatin gotin.

Hevseroka HDP'ê ya Dersimê Makbule Tulga li bernameyê de axivî û xwest êşên dayikan bi dawî bibe. Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun jî wiha got: "Em ji warê Ana Fatmayê dibêjin ku bila tu zindî zirarê nebînin, em bibin yek, di nava yekîtiyê de bijîn li dijî kesên ku dixwazin me tune bikin jî em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."

SÊRT

Li Sêrtê bi munasebeta Roja dayikan Hevşaredar Belkiza Beştaş Epozdemîr û Tuncer Bakirhan, rêveberên HDP û DBP'ê çûn serdana Dayikên Aştiyê. Ji dayikan Hediye Sucî ji bo serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku rojê bi xekmgîn derbas dikin.

Hevşaredar Epozdemîr jî anî ziman ku ev rojên tarî dê bi hembêzkirina dayikan ve ronî bibe. Hevşaredar Bakirhan jî anî ziman ku dayikan ew li dijî asîmîlasyonê heta îro anîne, gelek keda dayikên kurdan di têkoşîna azadiya kurdan de heye ji ber vê yekê ew ê leyiqî wan bin.

Hevşaredar piştî serdana dayikan çûn serdana malbatên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê hatine Sêrtê.

AMED

Bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê li Navenda Çandê ye Dîcle Firatê daxuyanî hate dayîn. Jibilî gelek dayikan gelek dayikên ji bajarên Tirkiye û Kurdibtanê, parlamenterên HDP'ê, Hevseroka KCD'ê Leyla Gûven û rêveberên HDP û DBP'ê jî beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê li ser navê dayikan Havva Kiran axivî û wiha got: "Roja Dayikan ji bo me rojeke reş e. Li Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê morg bi cenazeyan tijî ne. Dayik bi rojan in nobetê digirin. Lê çi heyf e ku kesek nabîhîze. Em roja dayikan pîroz nakin." Kiran Taybet Înan a ku li kolanê cenazeyê wê bi rojan hate sekinandin bi bîr xist.

Piştre jî dayika Rozerîn Çukur ku li Sûrê hate qetilkirin Fahriye Çukur a ji bo cenazeyê keça xwe werbigire nobetê digire axivî û bi gotina "hemû kesên ku li dijî tiştên li Sûrê diqewime bêdeng man zarokên me kuştin" nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiyê nîşan da.

Piştî ÇUkur Hevseroka KCD'ê Leyla Gûven û parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel axivîn.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN