DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yildirim: Berxwedana xwerêveberiyên cewherî hesab xirab kirin

 
8 Gulan
14:59 2016

STENBOL (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, di civîna rêveberiyê herêma 3'emîn a Stenbolê ya HDP'a bajêr de axivî û diya kir ku berxwedana bi xwerêveberiyên cewherî hat destpêkirin hemû hesab xirab kirine û wiha got: "Ne wisa bûya dê eniya faşîst hemû bend bigirta destên xwe, li gorî dilê xwe tev bigeriya."

Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Stenbolê, 3'emîn civîna rêveberiya xwe li navçeya Bagçilarê ya HDP'ê pêk anîn. Di civînê de rêveberên HDP'ê yên herêma 3'emîn, rêveberên navçeyan ên HDP'ê, hevserokên HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, endamên Meclisa Partiyê, parlamenterên HDP'ê û endamê MKY'a HDP'ê Nadir Yildirim jî beşdar bûn.

Piştî axaftinê hevserokan, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim axivî û da zanîn ku têkoşîna civakî ya li Stenbolê, bandorê li ser tevahiya Tirkiyeyê dike û pêşeroja welat dide diyar kirin. Yildirim bi lêv kir ku ew di pêvajoyeke şoreşgerî re derbas dibin, heke tekoşîneke rast bê meşandi, dê berkeftin bê bi dest xistin.

'Eniya faşîst derbe pêk anî'

Yildirim di dewama axaftina xwe de got ku piştî 7'ê Hezîranê, Tirkiyeyê şkestekeke cidî xwariye û wiha pêde çû: "Ev rewş li Kurdistanê veguherî komkujiyê. Li dijî hemû civakê pêla tepisandin û operasyonên tevizandinê hatin destpêkirin. AKP ji desthilatdariya tana serê xwe derket. Eniya faşîst hat gel hev û dest avîtin pêvajoya derbeyê."

Yildirim bal kişand ser zextên li ser çapemenî û civakê jî û aşkera kir ku mirov di bin tundiya polîs û darêzê de ne û tu kes ji ber zextan dengê xwe jî dernaxe û ev tişt got: "Beşeke welat tê hilweşandin, bi sedan welatî tên şewitandin û kuştin, lê deng ji kesî dernakeve. Heke em van hemûyan dernexin zanebûn û tiştên diqewimin rast nexwînin, dê têkoşîna şoreşgerî û demokrasiyê lewaz bimîne."

'Berxwedanê hesab xirab kirin'

Yildirim di dawiya axaftinên xwe de piştrast kir ku her çendî mekanîzmaya derbeyê li ser civakê zext dabe çêkirin jî berxwedana jin û ciwanên Kurdistanê jî xwe daye der û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Xeta berxwedanê ya xwe di xwerêveberiyên cewherî de da nîşan, hemû hesab xirab kirin. Ne xwe dê eniya faşîst hemû bend bigirta destê xwe û li gorî dilê xwe tevbigeriya."

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî hat dewam kirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN