DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Di nava 4 mehan de 558 karkeran jiyana xwe ji dest da

 
7 Gulan
09:13 2016

ENQERE (DÎHA) - Di nava 4 mehên dawî de ligel şerê li Tirkiyeyê dijwar bûyî di kargehan de zext û zordarî zêde bûn û cînayetên kar zêde bûn e. Di 4 mehên sala 2016'an de herî kêm 558 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di cînayetên kar de di rêza yekemîn de Stenbol heye û di 4 mehên dawî de 79 karkeran jiyana xwe li bajar ji dest dan.

Di demên nêz de cînayetên kar ên mezin Soma, Ermenek û Torunlar pêk hatin û di 4 mehên sala 2016'an de jî 558 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde di sektora înşatê de cînayetên kar pêk hatin û di vê sektorê de di nava 4 mehan de 126 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di nava 4 mehan de 21 jin û 14 karkerên zaroj jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Karkerên înşatê terkî mirinê tên kirin

Li gorî baskên kar di nava 4 salên dawî de di sektora înşatê de bi giştî 420 karkeran di cînayetê kar de jiyana xwe ji dest dan e. Lê hejmar di destpêka sala 2016'an de zêde bû. Li gorî daneyên Meclîsan Ewlehiya Kar û Tendûrîstiya Karker di navva 4 mehên sala 2016'an de di sektora înşatê de di meha çileyê de 30 di meha sibatê de 20 di meha adarê de 33 û di meha nîsanê de jî herî kêm 43 karkerên înşatê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan e.

Tabloya cînayetên kar ên di şaxên kar de

Di şaxên din ên kar de jî heman teblo heye. Li gorî lêkolînan di karê çandîniyê de di nava 4 mehên dawî de 104 karkeran jiyana xwe ji dest da, di karê metalê de34, di bazirganî, buro, perwerdehî û sînemayê de jî 44, di karê barkirinê de 64, di karê gida-şekir de 17, di karên şaredarî û karên giştî de 35, di karên madenvaniyê de 22, di karên petrol-kîmya û lastîkê de 9, di karên ewlehî û parastinê de 32, di karên bêhndayîn û şahiyê de 9, di karên kaxiz û daran de 6, di karên tendûrîstî û xizmetên civakî de 8 û di karên din de jî 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê di nava 4 meha de 558 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Cînayetên jin û zarokan berdewam dikin

Di nava 4 mehên dawî de bîlançoya karkerên jîn û zarok jî giran e. Di meha çileyê de 3 zarok û 4 jin, di meha sibatê de 12 jin û 4 zarok, di meha adarê de 5 jin û 4 zarok û di meha nîsanê de jî 8 jin û 3 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan e.

Li Stenbolê di nava 4 mehan de 79 cînayetên kar pêk hatin

Li gorî bajaran di cînayetên kar de Stenbol yekemîn e. Li gorî lêkolînan di meha çîleyê de li Stenbolê 25 cînayetên kar pêk hatin, li Kocaeliyê 8, li Îzmîrê 6, li Balıkesir, Çanakkale û Xerpêtê 4 cînayetên kar pêk hatin. Di meha sibatê de li Stenbolê 23, li Enqere 19, li Edene û Îzmîrê 7 û li Aydinê jî 6 cînayetên kar pêk hatin. Di meha adarê de li Stenbolê 17, li Enqere 11, li Antalya û Bursayê 9, li Konyayê jî 7 cînayetên kar pêk hatin. Di meha nîsanê de li Stenbol 14, li Bursayê 10, li Antalyayê 8 û li Duzce û Îzmîrê jî 7 cînayetên kar pêk hatin.

(ft)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN