DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Ji ber ku me rûpoşa wan xist êrîşî me dikin'

 
7 Gulan
09:12 2016

WAN (DÎHA) – Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, êrîşên AKP'ê yên li hemberî HDP'ê nirxand û diyar kir ku ji ber HDP'ê rûpoşê ruyê wan xist erdê êrîşî wan dikin.

Bi fermana Serokomar Erdogan û daxwaza AKP'ê pêşniyara AKP'ê ya "Destnedayîna wekîlan" li meclîsê bi dengên AKP, MHP û CHP'ê hat erêkirin. Têkildarî helwesta AKP'ê ya li hemberî HDP'ê bi her cureyên êrîşan dijwar dibe. KCD û HDK'ê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê deklerasyon weşand. Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî diyar kir ku kampanya “Ji darbeyê re na" didin destpekirin û dê destûr nedin ku êrîşî vîna meclîsê bikin.

'AKP naxwaze ku rastî zelal bibe'

Tekîldarî mijarê Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, diyar kir ku HDP ji ber maskeya AKP'ê xwistiye, AKP ew qas êrîş dike û wiha got: "Hemû hêzên têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne dibe êrîşa AKP'ê. Ji ber ku HDP'ê rûpoşa AKP'ê xist AKP dîn û har bûye. HDP encama têkoşîna azadiyê ye. Yê hemû polîtîkayên AKP’ê deşifre kiriye û tazî kiriye HDP ye."

'Kurdê berxwedêr tehamul nake'

Botan, da zanîn ku kurd li her derê di ber xwe didin û li dijî zilmê li her derê di nava têkoşînê dene. Botan, da zanîn ku kurd li Sûrê, Sîlopya, Gever, Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Rojava di ber xwe didin û êdî AKP kurdê di ber xwe dide tehamul nake. Botan, anî ziman ku wekîlên HDP’ê tu carî xwe bi mertalê destnedayinê ne parastiye û wiha got: "Di vê serdema ku bajarê kurdan bi tang û topan wêran dibe wekîl li destnedayîna xwe nafikirin. Em her dem amade ne. Ji ber ku em hêz û destûra xwe ji gel distînin. Me dizî, rûreşî, tacîz û tecawiz nekiriye. Me dest dirêjî mal û milkê xelkê nekiriye. Çeka me fikra me ye. Em tenê fikrên xwe aşkere dikin. Em ji bo her tiştî amade ne."

'Erdogan dê wekî Çiller biçe'

Botan, da zanîn ku AKP jî êdî perçe dibe û ew jî dê wekî Çîler biçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "AKP serdema xwe ya dawî dijî. Ji ketina Erdogan re hindik maye. Erdogan jî dê wekî Çiller bikeve û biçe. Êrîşên AKP'ê yên li dijî HDP’ê bêçareseriya AKP'ê ye. Ji ber ku AKP sûcdar e êrîş dike. 100 sal berê Rûm, Ermenî û Elewî di komkujiyê re derbas kirin. Lê îro HDP hemûyan temsîl dike û hembêz dike. AKP vê yekê hezm nake."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN