DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Destpêkê Gul, piştre Arinç û herî dawî Davutoglu çû

 
5 Gulan
14:21 2016

STENBOL (DÎHA) - Rojnamevan Veysî Sarisozen der barê krîza di navbera Erdogan-Davutoglu de nirxandin kirin û da anîn ku Qesra ku bi lezgîn ber bi rejîmeke yek kesî ve dimeşe, tenê muxalefeteke piçûk jî li hemberî xwe qebûl nake, destpêkê Gul, piştre Arinç û herî dawî dor hatiye Davutoglu û ev tişt got: "Wer dixwiyê ku di nava pergalê de krîzeke kûr xwe daya nîşan. Ev krîz di heman demê de li dijî Qesrê rê li eniyeke nû re jî vedike.

Piştî hevdîtina duh di navebra Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu de bi dawî bû, AKP'ê biryara kongreya awarte girt. Di 2014'an de 1'emîn Kongreya Awarte ya AKP'ê pêk hat û bi daxwaza Erdogan Ahmet Davutoglu hat hilbijartin û bû serokwezîr. Tê gotin ku dê Davutoglu vê carê nebe namzet.

Nivîskarê Rojmaneya Ozgur Gundemê Veysî Sarisozen der barê krîza di navbera Qesrê û Davutoglu de, ji DÎHA'yê re axivî.

Sarisozen bi lêv kir ku Qesir bi lezgînî dixwaze ber bi pergala yek kesî ve biçe, ev jî di navbera der û dorên sermaya li Tirkiyeyê û NATO'ya ku Tirkiye hevalbendê wê ye, dibe sedema nakokiyan, ji ber wê jî krîz hêj zêdetir kûr bûye. Sarisozen aşkera kir ku Qesrê Tirkiye di qada navneteweyî de tenê hiştiye, vê jî bi xwe re muxalefetek li hemberî Qesrê daye avakirin û wiha axivî: "Hin aliyên ku ji pêşeroja AKP'ê bi fikar in, newêrin bi Qesrê re bimeşin û dixwazin xwe ji dûrê wê bigirin."

Sarisozen bi lêv kir ku navbera Qesrê û Dovutoglu ji ber vê yekê vebûye û wiha pêde çû: "Ji ber hin sûcên ku pêk anîn, bi rêbazên cuda dixwazin xwe jê paqij bikin. Ev yek bû sedem ku navbera wan û Qesrê hêj zêdetir vebe. Ji ber wê Qesir baş dizane ku muxalefeteke herî piçûk ya li dijî wî dê bibe sedema dawiya wî û ji bo wê jî li hemberî wan helwesteke hişt girti. Tasfiye bi Gul dest pê kir, xwe gihand Arinç û herî dawî Davutoglu ket ber pêla derbeya Qesrê."

'Dê bi meclisê dîktaroriyê ava ke'

Sarisozen piştrast kir ku krîza ku derketiye holê, dide nîşan ku nakokiyên navxweyî hêj zêdetir kûr bûne û aşkera kir ku dê piştî derbeyê serî li hilbijartina pêşwext bidin. Sarisozen got ku heke Qesir bikaribe Devlet Bahçelî di serokatiya MHP'ê de bihêle, dê MHP'ê û bi zextan jî HDP'ê di binê bendavê de bihêle û bi tevahî meclisê bixe destê xwe û dîktatoriya xwe ya yek kesî bi riya Makeqanûnê ava ike.

Sarisozen destnîşan kir ku krîza ku derketiye holê derfetên eniyeke li dijî Qesrê jî derdixe holê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Lê di demeke ew qas derfet derketibûn holê, bi piştgiriya CHP'ê re destnedana li hemberî wekîlên HDP'ê hat rakirin, vê yekê jî şansê gelan ê li hemberî serkeftina Qesrê ya dida rawestandin ji holê rakir. Em hêvî dikin ku dê Kiliçdaroglu li hemberî vê derbeya Qesrê xewa ku tê de ye hişyar be."

'Erdogan dê şer hêj kûrtir bike'

Sarisozen herî dawî diyar kir ku Erdogan ji bo pêşî li eniyên ku bên gel hev bigire, dê şer hêj bêhtir kûrtir bike û axaftinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dê Qesir di vê pêvajoyê de hêj hişk tev bigere. Ji bo eniyên li dijî Erdogan neyên gel hev dê şer hêj zêdetir bê kûrkirin. Bi kûrbûna şer re yekitiya bi gelê kurd re jî tê asteng kirin. Heke ev enî yekitiya xwe ava bike, dê Qesir biheje û dê negihêje mirazê xwe."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN