DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Em dest bi kampanya 'Li dijî darbeyê na' dikin - HATE NÛKIRIN

 
5 Gulan
12:42 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattin Demîrtaş, di civîna deklerasyona saziyên sivîl ên civakî ku li dijî darbeya AKP'ê pêk anîn de diyar kir ku ew dest bi kampanya "Li dijî Darbeyê na" dikin û dê vê kampanyayê li hemû Tirkiyeyê belav bikin.

Hevparên HDK û KCD têkîldarî hewldanên rakirina destnedayîna parlamenterên HDP'ê li Buyukhanlı Park Otel civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevparên KCD û HDK'ê bi silogana "Dest nedin vîna gelan û dengê min ê li meclîsê" deklarasyon aşkere kirin. Di civîna deklerasyona Otela Bayakparkê Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş axivî. Demîrtaş, diyar kir ku 252 saziyên civakî îmze avêtiye deklarasyonê wiha got: "Fikara me tevan yek e. Ji 7'ê Hezîranê heta niha darbeya Qesrê didome. Hêza ku vê dardbeyê rawestînin ev hêza li pişt vê deklarasyonê ye. Em bi gelê xwe bawer dibin. Li Tirkiyê di bin navê serokdewletî û yek mirovî de pergala tiktatoriyê xistine meriyetê. Em dê ji vê pergalê re bêjin na. Em bi têkoşîna vê hêza bêje "Na" hene.

'Tenê hêza ji vê pêvajoya darbeyê re bêjin na em in'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku li Meclîsê darbeyek pêk tê û wan li dijî vê darbeya kampanya "Li dijî darbeya li hemberî meclîsê 'Na'" da destpêkirin. Demîrtaş, anî ziman ku ev deklerasyona îro li dijî dîktatoriya darbeyê na ye û wiha got: "Ev kampanya dê bi meclîsê bi sînor nemîne. Ev kampanyaya deklerasyona "Na" dê li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Demîrtaş, anî ziman ku hêj darbe xelas nebûye û hikûmet ne xwedî vîne ku bi serê xwe der barê xwe de biryarê bistîne û wiha got: "Yê rê li pêş "Dê Serokê Giştî yê AKP'ê, wezîr, daraz, rêveberê rojnameyan, nivîskar kîbe" vedike Serokwezîr Ahmet Davutoglu ye. Davutoglu li vîna xwe xwedi derneket. Davutoglu dê weki kesê "Kujer û şerût" têkeve rûpelên dîrokê"

Demîrtaş, anî ziman ku êrîşên li dijî HDP û DBP'ê pêk tên perçeyekî darbeyê ye û wiha got: "Her dem gava ku davêje, gavên darbeyê ne. Her kes di vê ferqê de ye. Her kes dizane gavên tên avêtin ji bo xwe bike mirovê tenê. Ev hêza me dê bibe tirsa wî. Ew Zatê Qesrê vê yekê baş dizane. Hemû astengiyên li pêş xwe rakirin, lê tenê nikare me ji pêş xwe rake. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî me zêde dike. Ev hêza rastî êrîşan tê, hêza kesên ji pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê bawer dikin. Em dê rojên tarî yên li pêş Tirkiyeyê bi vê hêza hevpar a li vir ronî bikin. Em dê bi hevre bibînin ku dê destnedayîn bên rakirin. Lê dîsa em bang li kesên ku ji darbeyê re bêjin na dikin û dibêjin: "Ev mesele ne meseleya me ya şexsî ye. AKP ji bo parastina vê darbeyê 2 partiyên muxalîf jî kirine şirîkê xwe. Li şûna partiyên muxalif vê rastiyê fam bikin dibin tezgahê wan.


'Ev deklerasyon li dijî diktatoriyê ye'

Demîrtaş, anî ziman ku ew bi baweriya kesên bêjin "Erê" negêje 330 kesan û ji ber vê yekê vê kampanya 'Na' didin destpêkirin. Demîrtaş, bilêv kir ku ev kampanya 'Na' tenê bi meclîsê bi sînor namîne û dê li hemû Tirkiyeyê belav bike.

Demîrtaş bilêv kir ku darbeya Qesrê hêj didome û bi hewldana wan ev darbe bi ser neketiye. Demîrtaş, destnîşan kir ku AKP tu tiştî bi serê xwe nikarin pêk bînin û hemû fermanê ji qesrê distînin û wiha berdewam kir: "Davutoglu dê di dîroka siyasetê de wekî kesê kujer û şerûd têkeve rûpelên dîrokê. Miha mîadê wî tije bûye. Wer xuya ye ku Davutoglu ji sedî 99.9 ferman pêk anîye, lê vê yekê têr nekiriye. Me gelek caran Serokwezîr hişyar kir û me got bibin xwedî vîn. Me got em vê darbeyê bi hevre rawestînin. Me got em pirsgirêkan bi muzakereyan çareser bikin.

Her çend li gorî makezagonê Serokomar dikare Serokwezîr hilbijêre jî, lê nikare serokê partiyekê hilbiêre. Li gel ku ev rayeya makezagonê di destê Serokomar de tune ye jî dîsa vê zagonê binpê dike û dixwaze serokê partiyê diyar bike. Davutoglu, gotibû gel dê pêşeroja vî welatî diyar bike. Lê bila bêje kî pêşeroja vî welatî diyar dike. Ev pêkanîn bi xwe darbe ye. Ev dîktatorî ye."

Nêvîyê 78 milyon mirov dixwaze Zatê Qesrê biçe


Demîrtaş herî dawî destnîşan kir ku yê Destnedayîn anî rojevê Erdogan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê destnedayîn anî rojeva meclîsê ew zat bi xwe bû. Yê xwest wekîl bên darizandin ew zat bi xwe ye. Nihali Tirkiyeyê 78 miyon heye û nivîyê nifûsê dixwaze ev zat biçe. Ev deklerasyon dê rê li pêş serkeftinê veke. Zêdeyî 30 hevşaredar girtî ne û ji peyvirê hatine stendin. Lê dîsa tecrûbeya me ya têkoşê têra xwe heye. Em di pêşengiya HDK û KCD'ê de dê bêjin 'Ji darbeyê re na" 'Ji Dîktatoruyê re na" Rojên pêş dê rojên dîrokî bin. Dibe ku her wext hilbijartina pêşwext bê rojevê. Ji ber vê yekê em bi hevre li dijî vê darbeyê helwestek xurt nîşan bidin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN