Kartol û pîvaz di zeviyan de man
EDENE (DÎHA) - Serokê Odeya Endezyarên Zîreatê ya Edeneyê Semîh Karademîr diyar kir ku li gorî daneyê 4 mehên dawî rewşa çandiniyê ne baş e, krîza bi Rûsyayê re bandoreke neyînî li ser hilberîner û îxracatê kiriye. Karademîr anî ziman ku dema ku mirov li Edeneyê palehiya nûberê binêre ev rewş dê bê fêmkirin, kartol û pîvazên ku hatine komkirin li di zeviyan de mane.
Ji ber krîza Rûsyayê sektora çandiniyê hatiye asta tunebûnê, hilberîner jî li ber îflasê ne. Serokê Odeya Endezyarên Zîreatê ya Edeneyê Semîh Karademîr diyar kir ku li Edeneyê li gorî daneyên 4 mehên dawî rewş ne baş e, rewşa neyînî mirov dikare palehiya nûber a li Edeneyê hate kirin vê yekê bibîne. Karademîr bilêv kir ku piraniya kartol hatine komkirin, îsal kartol û pîvaz di zeviyan de mane. Karademîr wiha axivî: "Dema ku mirov beriya saleke dinêre li vê herêmê em bi kartolên ku ji destên hilberîneran derdiketin ve mijul dibûn. Me digot kartol bi buhayeke zêde diçe mezeran. Lê niha em qala buyeheke 40- 50 quruş, Par buhayê pivaz di navbera 80-90 quruş bû lê îsal bi vî buhayê di zeviyê de ye."
'Li benda tengasiyekî di navbera 200-250 milyon dolar in'
Karademîr destnîşna kir ku krîza bi Rûsayayê re bandorete neyînî li ser îxracatê kiriye, îxracata sebze û fekî ji sedî 40 didin Rûsyayê. Karademîr anî ziman ku Tirkiye bazarên alternatîf digere lê ev jî pirsgirêkê çareser nake, îxrata sebze ya 448 milyon dolarî ketiye 96 milyonê, ji sedî 74 kêmbûnê ve di îxracata sebze û fekiyan de ji sedî 94 tengasiyek derketiye û nirxandina "Divê hemû rayedar, hemû hilberînerên çandiniyê bêyî ku bibe dereng ji bo narenciyeyê peywira ku dikeve li ser milên wan bi cih bînin" kir.
Karademîr got ku nêzî 400 milyon dolar îxracata tirincê didin Rûsyayê û wiha axivî: "Dema ku em aboriya Edeneyê dinêrin li benda tengasiyekî di navbera 200-250 milyon dolarî ne."
(sa)