DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Cîhan digire, Tirkiye vedike

 
5 Gulan
09:50 2016

ENQERE (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê bi propaganda "Em enerjiya neteweyî hildiberinin" santralên nukleere ava dike. Lê li cîhanê jî ji ber zerarê dide ekolojiyê yek bi yek digire. Li gorî daneyê EMO'yê di salên dawî de 156 santralên nukleerê hatin girtin. Sekreterê NKP'ê Huseyin Onder, bal kişand ser felaketên Çernobil û Fukuşimayê û anî ziman ku gelê Tirkiye ne di ferqa talûkeyê de ye.

Hikûmeta AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogna di demên dawî de zêde propaganda Santralên Nukleerê dike. Li Mêrsîn, Sînop û gelek bajarên din gelek projeyên nû hatine amadekirin. Di serdema ku welatên Cîhanê Nukleer Santralan digirin, Tirkiye dest bi avakina Santralên Nukleerê dike. Ekolojîstên Tirkiyeyê nêzîkatiya hikûmet a li hemberî nukleeran rexne kir û diyar kirin ku welatên cîhanê santralan digirin, lê tirkiye vedike. Sekreterê Platforma Dijberên Nukleerê (NKP) û Rêveberê Odeya Endezyarên Elektrîkê Huseyin Onder bertek nîşanî avakirina santralên li Tirkiyeyê pêş dikevin nîşan da û diyar kir ku hikûmet bi navê "Avakirina enerejiya neteweyi" santralan ava dike û xebatên xwe yên li dijî santralan anî ziman. Onder, anî ziman ku avakirina santralên nukleerê dê felaketên wekî Çernobil û Fukuşima bîne serê gelê Tirkiye û gelê Tirkiye ne de ferqa vê yekê de ye. Onder, da zanîn ku welatên Ewropa li rê û rêazên ku çawa ji van santralên nukleerê xwe rizgar bikin digere, lê Tirkiye di enerjiya nukleerê de israr dike. Onder, destnîşn kir ku rêveberiya Tirkiye der barê santralên enerjiyê de gel şaş agahdar dike û xwest gelê Tirkiyeyê bi van lîstikan neyê xapandin û êdî di ferqa talûkeya van santralan de tev bigere.

Japon nikarin rê li pêş felaketa nukleerê bigirin

Onder, destnîşan kir ku li cîhanê 438 santralên nukleerê hene û ev ji bo cîhanê talûkeyek gelek mezin e. Onder, da zanîn ku di cîhanê de Japonya wekî pêşengê teklonojiye tê zanîn, lê ew jî nikarin rê li pêş felaketa nukleera Fukuşimayê bigirin. Onder, anî ziman ku Japonya 43 reaktorên santralê girtin û çareseriyê digirtinê de dibînin. Onder, helwesta Tirkiye ji rexne kir û destnîşan kir ku ger Japonya santralên xwe digire divê Tirkiye qet di avakirina wan de israr neke.

Onder, anî ziman ku temenê van santralan 50 salin û zerara wan jî bi sedan salan e. Onder, destnîşan kir ku li Fransayê jî ji sedî 77 pêdiviya enerjiyê ji nukleerê digirin, lê ew jî ji ber zirar û talûkeya wê dawî li girtinê tînin.


Onder, xwest Tirkiye wekî ewropa serî li rêbazên enerjiya ku karibe xwe nû bike û zerarê nede derdorê ava bikin.

Onder herî dawî anî ziman ku heta niha di salên dawî de 156 reaktorên santralê girtine û welatê heri zêde ev santral girtine DYA, Îngîltere, Almanya û Fransa ye.


(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN