DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Wezîrê berê Halîs: Ji 94'an vir ve heman şaşitiyê dikin

 
4 Gulan
10:51 2016

ÇAGDAŞ KAPLAN

STENBOL (DÎHA)
- Wezîrê berê Ziya Halîs bal kişand ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û diyar kir ku ev tê wateya cezakirina gelê kurd, di heman demê de tê wateya vegera şaşitiya 1994'an û ev tişt got: "Desthilatdariya siyasî ya ku di heman şaştiyê de israr dike, dê berdêla vê yekê bide. Divê CHP jî nebe hevkarê vî sûcî."

Pêşnûmeya gurhertina Makeqanûnê ya ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê ya ji hêla AKP'ê ve hat amadekirin û şand meclisê, bi piştgiriya AKP, CHP û MHP'ê li Komîsyona Makeqanûnê hat qebûlkirin.
Pêşnûme dê di rojên pêş de li Lijneya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin. Di sala 1994'an de ji bo destnedana parlamenterên DEP'ê bê rakirin, Parlamenterê berê yê SHP'ê Ziya Halîs ê wê demê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bû û li hemberî berteka SHP'ê jî mafê axaftinê girtibû û betek nîşanî nakirina destnedana DEP'iyan dabû. Halîs der barê rakirina destnedanên duh û îro de nêrînên xwe ji DÎHA'yê re parve kir. Halîs aşkera kir ku rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, dê birîna kurdan hêj zêdetir kurtir bike û bang li CHP'ê jî kir ku nebe hevkarê vî sûcî.

'Şaştiya 1994'an dubare dikin'

Wezîrê Ewlehiya Civak û Xebatê yê berê Ziya Halîs, bal kişand ser rakirina destnedana parlamenterên DEP'ê ya 22 sal berê û aşkera kir ku ev şaşitî her dem hatiye rexnekirin, lê di her serdemê de ev şaşitî dîsa tê dubare kirin. Halîs da zanîn ku şaşitiya di sala 1994'an de hat kirin, birîna kurdan hêj kûtir kiriye û wiha pêde çû: "Gelê herêmê ji ber vê yekê hat rencîdekirin. Ev wekîl ji hêla gelê herêmê ve hatine hilbijartin. Heke şaşitiyeke wan hebe, ji xwe dê wan careke din neşîne meclisê. Bi nêrîneke şoven û nijatperestî dibêjin 'Em dê pirsgirêka kurd wiha çareser bikin' û dixwazin destnedanê rakin. Ji ber vê nêzikatiyê gelê kurd piçûk hat xistin. Heman şalî dîsa tê kirin. Tiştekî bê aqilê miro nîme. Tiştên di raya giştî de qewimîn, me hemûyan aciz dike."

'Dê berdêla wê bidin'

Halîs bi lêv kir ku ji ber ew qas şaşî jî gelê kurd di sala 2015'an de vîna xwe daniye holê, di 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê de vîna xwe şandiye meclisê, dîsa jî rakirin destnedanan dê rê li ber pirsgirêkên hêj kûrtir veke. Halîs aşkera kir ku şaşiya 94'an dubare kirin xeter e, dê gel hesabê vê ji desthilatdariyê bixwaze.

Halîs bal kişand ser têkiliyên desthilatdariya siyasî û darêzê jî û wiha pêde çû: "Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û ew teslîmê darêzê kirin, cezakirina gelê kurd e. Ev dê rê li ber birînên hêj kûrtir veke."

Du hesabên destnedanê hene

Halîs piştrast kir ku du hesabên wanên rakirina destnedanê hene, yek ji vê "Dê pirsgirêka kurd bi riya tundiyê bê çareser kirin", ya duyemîn jî dixwazin bi derbasbûna pergala serokatiyê re çareser bikin. Halîs di vê der barê de jî ev nirxandin kirin: "Berî 7'ê Hezîranê Serokomar 400 wekîl xwest. Lê Hevserokê HDP'ê Demîrtaş got, 'Em dê te nekin serok' û HDP'ê di vî aliyî de nêrîneke zelal danî holê. Ev siyaseteke asayî ye, lê Serokomar ji vê yekê gelekî xirab bû. Ketin helwesteke kîn û hêrsê. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî tirsiyan. Piştî di hilbijartina 1'ê Mijdarê de derketin ser 316 wekîlî, ji vê bi hêvî bûn."

Dixwazin HDP'ê ji meclisê bavêjin

Halîs got ku hemû daxwaza wan ew bû HDP'ê di 1'ê Mirdarê de di binê bendavê de bihêlin. Bi ser neketin. Niha serî li vê riyê dane û ev tişt anî ziman: "Hişmendiyeke serdest ya 'Ez ê bi vê rêbazê HDP'ê ji meclisê bavêjim, bi hilbijartina navberê re, ji bo guhertina Makeqanûnê bibim xwedî kursiyan.' Dixwazin vê senaryonê pêk bînin. Her wiha dixwazin bi zex û pêkutinan pirsgirêka kurd çareser bikin. Ev hişmendî ne tenê ya AKP'ê ye, ev ji hêla hemû saziyên dewletê tê ecibandin."

Halîs daxuyaniyên Serokê Giştiyê CHP'ê Kiliçdaroglu ên ji bo piştgiriya pêşniyarê jî rexne kir û diyar kir ku nêrîna wan ne li gorî nêrîna domokratên civakî ye û şaş e. Halîs herî dawî bang li CHP'ê kir ku nebe hevkarê vî sûcî.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN