DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Ev gele ne bê alternatîf e, gel dê parlamentoya xwe ava ke'

 
3 Gulan
15:38 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di koma partiya xwe de axivî û der barê geşedanên dawî û bi teybetî der barê rakirina destnedanên li hemberî parlamenterên HDP'ê de nirxandinên girîng kirin. Demîrtaş aşkera kir ku meclis vîna gel ê û dê vîna gel heta dawiyê biparêzin û wiha pêde çû: "Lê belê heke hevalên me bên girtin, parlamenteriya me bê xistin, wê demê dê her alternatîf bikeve rojeva me."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di koma partiya xwe ya meclisê de der barê rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û geşedanên demên dawî de nirxandin kirin. Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî hewldana tasfiyeyê da û destnîşan kir ku ew bêçare nînin û ev tişt anî ziman: "Ev meclis ji hêla gelan ve hatiye avakirin, heke gel bixwaze dê gelek parlamentoyan ava bike! Ev kom wê li cem gel wekî her carê cihê xwe bigire."

Demîrtaş bal kişand ser tirsa hikûmeta AKP-Qesrê ya ji gel û aşkera kir ku bi qasî ku AKP-Qesr ji gel ditirse, ji tiştekî dîn natirse û wîha pêde çû: "Di nava tirs û panîkê de ne ku protesto destpê bikin û gel dakeve qadan. Ji ber ku hêza wan têra bêdengkirina raperîna heyî nekir, rabûn 15 hezar polîsên din wezîfedar kirin. Di demên bi vî rengî de, desthilatdarî ji zilmê û zordariyeke bêsînor dide meşandin, êdî dîktatorî gav bi gav têk diçe, ji bo desthilatdariya xwe bi her awayî qayîm bikin zextê li gel dikin."

Demîrtaş da xuyakirin ku derketina kolanan rewa ye, qanûnî ye, maf e û wiha pêde çû: "Demokrasî li kolanan hatiye qezenckirin. Parlamento bi tena serê xwe nikare demokrasiyê ava bike. Riya rizgariya ji faşîzmê tenê parlament nîne."

Demîrtaş bal kişand ser şîdeta hikûmeta AKP'ê ya li parlamentê yê jî û aşkera kir ku ya ku hewl dan li parlamentê bikin, terora li kolanan dimeşîn e. Divê mirov tu carî serî li ber van netewînin û roja berxwedan û kedê 1'ê Gulanê li hemû kedkaran pîroz kir.

Waliyê Kilîsê bi aqilê gel dileyze

Demîrtaş di dirêjiya axaftina xwe de li ser êrîşên çeteyên li Sûriyeyê topan divêjin bajarê Kilîsê jî sekinî û destîşan kir ku Waliyê Kilîsê mirinan temaşe dike û bi daxuyaniyên ku dide henekê xwe bi gelê herêmê dike û wiha henekê xwe bi daxuyaniyên walî kir: "Roketek çêkirine dema diçe ku derê li hedefê dikeve, lê li Kîlîsê bi şaşitî dikeve xwarê! Roketeke bi vî rengî çêkirine. Bi tenê di nava çend mehan de 60 roket avêtin Kîlîsê. Zêdeyî 20 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê jî artêşa hov û tecawizkar dike. Her gavê jî Serokatiya Fermandariya Giştî piştî nîv saetê, saetekê radibe dibêje 'Li 300 hedefên DAIŞ'ê hat xistin, li 200 hedefên DAIŞ'ê hatin xistin'. Ev çi bêaqilî ye? Qet nebe daxuyaniyê piştî çend rojan bidin. We kengî lê dan, we kengî cenaze jimartin. Welat bi temamî tê xapandin û bi aqilê civakê dileyzin."

Pêvajoya derbe û derewan

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP-Qesr welat ber bi felaketekê ve dibin û ev ev tişt anîn ziman: "Ew kesê li Qesrê entelektuel jî nîne. Der barê çareseriya pirsgirêkên civakî de nêrîneke xwe nîne. Gotineke wî ya orjînal jî nîne. Ji xwe nediyar e ku zanîngeh qedandiye yan na. Ew bi xwe dibêje ku wî pirtûk nexwendiye. Dibe ku nikaribe dibistana seretayî jî nexwandibe. Nezantî naşibe tiştekî din. Kapasîteya xwe ya entelektûeliyê bi vî rengî ye. Gav bi gav welet ber bi felaketê ve dibe. Ji edalet, demokrasî û mafên mirovan fêm nake. Bi kapîtalîzmê, emperyalîzmê nizane. Ji tiştekî fêm nake, lê tu rabe jê bipirse ew ê bêje civak bi temamî nezan e, ew bi her tiştî dizane. Mirovên herî tehlûke jî mirovên bi vî rengî ne."

'Erdogan di derewan de hosta ye'

Demîrtaş aşkera kir ku vî "şexsî" di 7'ê Hezîranê de darbe pêk anî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Em jî hêza yekane ye ku dikarin pêşî li vê darbeyê bigirin in. Mijara destnedanê yekser eleqeya xwe bi van heye. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin, ev şexs e. Heta ku HDP hebe ev darbe bi ser nakeve. Lê vê rastiyê bi vî rengî ji gel re nabêjin. Bêguman destnedanê ji ber vê yekê radikin. Ji bo îqnakirina gel jî derewan dikin. Di mijara derewan de serkeftî ne. Serokwezîrê stajyer di vê mijarê de zêde baş nîne. Dema derewan dike, yekser li rûyê wî de xwe dide der. Yê din maşeleh hostayê derewan e. Dema ew derewan dike, kes pê nahese. Derewa destpêkê ew dike, li dû wî jî serokwezîrê stajyer dubare dike."

'Li dijî HDP'ê derbe tê kirin'

Demîrtaş bal kişand ser êrîşa li meclisê ya li hemberî parlamenterên HDP'ê jî û diyar kir ku mijar ne destnedan e, mijar pêvajoya darbeyê ye û ev tiş got: "Mîna ku duh di komîsyonê de karekî mezin kirine rabûne hevdu pîroz dikin. Bi qasî ku nebînin ev welat gav bi gav ber bi xetereyê ve diçe, nezan bûne. AKP, CHP, MHP bi hev re tifaq kirine û hewl didin vê darbeyê mayînde bikin. Sê şaşitî bûne yek, hewl didin rastiyekê ji holê rakin. Qonaxa komîsyonê qediya, wê bînin civata giştî. Navê vê ne rakirina destnedanê ye. Navê vê tasfiyeya HDP'ê ye. Hewldana avêtina kurdan û hemû cihêrengiyan ji parlamentê ye. Dixwazin bêjin; ji bilî yên bîatê ji qesrê re dikin, cihê kesî li parlamentoyê nîne."

'Meclis na mala bavê we ye'

Demîrtaş da xuyakirin ku ew ê bêdeng nemînin û destûrê nedin ku li dadgehên bi xwe ve dane girêdan wan darizînin û ev tişt anî ziman: "Hûn ê tu carî nikaribin tiştekî bi vî rengî bikin. Em ê neçin dozgeriyê, neçin polîs, neçin dadgehê. Eger hûn dixwazin bi zorê bibin, de fermo kereb bikin. Lê em ê ji ber xwe ve neçin. Pêvajo wê li gorî dilê we nemeşe. Ev parlamento malê bavê we nîne. Malê gel e. Em ê we hînî vê bikin. Ev der ne şîrketeke anonîm e, hûn ne rêveberên wê şîrketê ne em jî ne xebatkarên wê ne. Hûn bi hilbijartinê em bi KPSS nehatin; em bi xwêdana mirovan, bi tevkariya mirovan hatin vê derê. Mîna we bi budçeya dewletê, bi pereyên we dizîn, em nehatin meclisê."

'Em ne bê alternatîf in'

Demîrtaş herî dawî destnîşan kir ku parlamento vîna gel e û ew dê heta dawiyê vîna gel biparêzin û axaftinên xwe bi van gotinan bi dawi kir: "Lê belê heke hevalên me bên girtin, parlamenteriya me bê xistin, wê demê dê her alternatîf bikeve rojeva me. Parlamento ji aliyê gel ve tên avakirin; heke gel bixwaze dê gelek parlamentoyan ava bike. Ev kom dê li cem gel be, gel çi bixwaze em dê wê bikin. Li vir nebe, em bêçare nînin. Bila kes moralê xwe xera neke. AKP, Qesr wê têk biçe. Yê bi ser keve em in. Ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên me yên wekîl ên bi yek dilî sekinînin û dilsozê vîna gel in. Yên deng dane yan jî deng nedane, bang li her kesên alîgirê aştiyê dikim ku li dora HDP'ê bicivin. Bang li hemû wekîlên dixwazin li dijî darbeyê bisekinin, bi taybetî bang li wekîlên CHP'ê dikim ku li dijî darbeyê têbikoşin. Cihê rast dijberiya Qesrê ye, cihê rast kêleka gel e."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN