DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Xelatên 6'emîn Pêşbirka Ebdurrehîm Rehmî Hekarî hatin dayîn

 
3 Gulan
14:11 2016

AMED (DÎHA) - Di 6'emîn Pêşbirka Şanonivîsiya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî de ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, sê lîstikên ketin dereceyê xelat wergirtin. Li gel vê promiyera lîstîka "Bûn An Jî Nebûn" jî pêk hat.

Beriya merasîma xelatdayîna 6'emîn Pêşbirka Şanonivîsiya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, lîstikvanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê promiyera lîstika "Bûn An Jî Nebûn"ê pêk anîn. Lîstika ji aliyê Melchior Lengyel ve hat nivîsandin û Jan Mendell adapteyî şanoyê kir, li Polonyayê di dema Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de têkoşîna trajîkomîk a komek şanogerên ku ji bo sehneyên wan neyên girtin vedibêje. Piştî lîstîka ku wergera wê ji aliyê nivîskar Dîlawer Zeraq hat wergerandin û derhêneriya wê Ruknettîn Gun kir, merasîma xelatdayîna Pêşbirka Şanonivîsiya Kurdî hat pêk hat.

Xelat ahtin dayîn

Xelatên 6'emîn Pêşbirka Şanonivîsiya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo pêşvexistina nivîskariya lîstika kurdî, gihandin û teşvîkkirina nivîskarên nû û ciwan hat lidarxistin bi merasîmekê hatin dayîn. Di pêşbirka îsal de xelat bo sê lîstikên herî baş hatin dayîn. Xelata lîstika "Rêberê ku li xwe digere" ya Ahmet Bîlge ya ji girtîgehê hat şandin ji aliyê Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz hat dayîn. Xelata lîstika "Aîşa" ya Nivîskar Trîfe Kerîmyan a ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Serokê PEN'a Kurdî Şêxmûs Sefer hat dayîn û xelata lîstika "Venasîn" a nivîskar Umran Yûsif ê ji Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zulkuf Karatekîn hat dayîn.

Ji bo lîstika "Bêcir" a Recep Îçen, lîstika "Wêneyên di Albumê de" a Dîlek Oz û lîstika "Gênc Xelîl" a Îbrahîm Abrahîmî jî xelata mansiyonê hat dayîn.

Serokê Daîreya Çand û Hunerê Sadak Duzgun ji ber Şaliko Bêkes û Gazî Bamernî beşdarî merasîmê nebûn, çîçek dan endamên juriyê Dr. Ghotbedîn Sadeghî, Kawa Şêxê û Berfîn Emektar.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN