DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Li şûna xwîn û kuştinê, ez hezkirinê derdixim pêş'

 
3 Gulan
09:16 2016

RÊDÛR DÎJLE

MÛŞ(DÎHA)
- Wêjeya kurdî di demên dawî de, her çiqas kêm be jî hêdî hêdî em dibînin ku di warê edeba zarokan de jî hin pêl xwe didin der û berhem der diçin. Ji van berhemdara yek jê jî Berfîn Ayşe Oguta 24 salî ye ku di temenekî ciwan de bala xwe her daye vê edebê. Di vî warî de kêliyekê be jî me bi Ogut re, derbareyê vê edeba xweşhal û berhemên wê de kurtesohbetek kir û got, "Ez di berhemê xwe de li şûna şer û pevçûnê, hevkarî û alîkariyê derdixim pêş. Li şûna xwîn û kuştinê, ez hezkirinê derdixim pêş."

Divê meriv qal û bala zarokan bike, lew zarok hemta ne. Reng û dengê wan çi dibe bila bibe, divê gerdûna wan her hez û xweşî be. Heke xweşî û şahî li zarokan peyda nebe, aramî û hafî dê nebe. Lê mixabin di vê serdemê de bi awayekî aşkere dixuyê ku li gelek deverên cîhanê zarok ji dêvla xar û cîncoqan berhev bikin û bilîzin, qewanên fîşekan berhev dikin û bi wan dilîzin, nemaze li Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn. Û ev jî dide der ku di heft saliya xwe de heftê saliya xwe dijîn û dahatuya wan her paşperde ye. Lew dibistanên wan, îro veguherîne qerargehan, asîmanên wan ji balafiran xalî nabe û bafirokên wan her derbxwarî ne. Ji bo zarok bibin alaya dahatûyê, divê bên vegotin, divê jiyîna wan li ser asasên zexm bê avdan û bo vê liv û tevger, xebat divê. Yek ji van liv û tevgera jî "wêjeya zarokan" e ku her berhemeke di vî warî de, bo wan cîhaneke nû ye. Di vê baregehê de, me bi nivîskareke ciwan ku bala xwe her daye edeba zarokan a kurdiya kurmancî, Berfîn Ayşe Oguta 24 salî re axivî, kêliyekê be jî derbareyê edeba kurdî û berhemên wê de kurtesohbetek kir.

*Her çiqas têgeha "Wêjeya Zarokan" hîn jî têgeheke bi xumam be jî, em ê li vir wê têgehê wek "wêjeyê" esas bigirin û danekvin nêv nîqaşan. Zarok û wêje? Ya ku te ber bi vê ve hêl kir çi bû? Yanî çima te xwest tu barê zarokan hilgirî?

Ji ber ku zarok siberoj in, ji ber ku zarok bi kîjan zimanî bipeyivin ew ziman jîndar e. Lewra gava çand û kultura bav û kalên me derbasî nifşên nû nebe, zarok bi çanda pêşiyên me mezin nebin, zarok bi çîrok, destan, meselok, lorîk, zûgotinok, mamik, qewlerk û stranên xwe yên kurdî mezin nebe, wê zarok wek dareke bê fêkî mezin bibin. Di vir de ez dixwazim vê yekê jî bibêjim. Divê em hay ji çanda xwe hebin û çîrokên xwe yên ku bi awayekî nûjen diafirînin li ser vê bingehê ava bikin.

'Naxwazim zarokên me ji çîrokên kurdî bêpar bin'

Gava zarok ji çanda xwe dûr bikevin û rastî çandeke nû bên ev travmayeke mezin jî bi xwe re tîne. Ji bo travma nejîn, divê zarok bi çanda dê û bavê xwe, bi zimanê dayika xwe mezin bibin. Ji ber wê, min xwest bi çîrokên ku dinivîsim, bi qasî serê derziyê be jî, fêdeya min bigihîje zarokên me. Ez naxwazim zarokên me ji çîrokên kurdî bêpar bin. Loma min berê xwe da wêjeya zarokan.

*Baş e. Gelo şert û şirûtên nivîsandina kitêbên zarokan çi ne?

Li gorî min divê berî her tiştî ji zarokan hez bikî. Divê ruhê te hînî zarok be. Divê tu xwe nêzî zarokan bibînî. Bi ruhekî zarokane tevbigerî. Ya herî grîng ku tu dixwazî çanda bav û kalan derbasî nifşên nû bikî, divê haya te ji wê çandê hebe û beriya her tiştî gere tu ji zimanê xwe hez bikî. Bi qedandina her çîrokê lorîkên dayika te ji nû ve di kerika guhên te de olan didin. Wek ku di hemêza dayika xwe de bî wê dilê te germ bibe. Her wekî din zimanê çîrokê gere fambar be. Ji bo ramanên wan geş bibin divê carna tiştên xeyalî jî di çîrokan de cî bigirin. Wekî din çîrok hin pirsan jî divê di bîr û hişê zarokan de ava bike. Ji ber ku jiyana zarokan li ser pirsan ava dibe. Zarok gava dest bi axaftinê dike û dixwaze der û dora xwe nas bike, li ser hev tiştan ji dê û bavê xwe dipirse. Bersiva her pirsê jî vê dinyayê pê dide fêmkirin û hez kirin.

*Di kitêbên zarokan yanî di nivîsandina wan de tu çiqasî ûnsûrên pedagojîk esas digirî?

Helbet divê çîrokên zarokan li ser asasên pedagojîk ava bibin. Di şûna şer û pevçûnê de, ez hevkarî û alîkariyê derdixim pêş. Di şûna xwîn û kuştinê de, ez hezkirinê derdixim pêş. Helbet di çîrokên gelêrî de problema pedagojiyê heye. Em bi wan çîrokan mezin bûn, lê di çîrokên modern de, divê em li ser van mijaran gelek baldar bin.

'Divê em zarokên xwe bi hezkirinê bihesînin'

Divê em zarokên xwe bi hezkirinê bihesînin. Hîn bibin ku ji malbata xwe, ji hevalên xwe, ji welatê xwe ji jîngeha xwe û beriya her tiştî divê ji zimanê xwe hez bikin. Wekî din pirtûkên zarokan divê rexneyê jî bi zarokan bide kirin. Bo ku zarok zû bi zû tiştekî nepejirîne û karibe bi rêya erênî û neyîniyê jiyana xwe şîrove bike. Dîsa di warê wêneyan de jî divê bala zarokan bikişîne. Ger ku wêne nexweş bin dê li ber çavên zarokan qedr û qîmeta wê pirtûkê tune be. Wêne û metn jî divê hevdu bigirin. Gava zarokek metnê xwend û wêne û metn hevdu negire, hem zarok ji wê pirtûkê sar dibin, hem jî tênagihêjin.

*Gelek kes dibên zarok û kitêb muxalîfên hev in. Bi ya te wisa ye? Ji bo meriv wan li hev bîne, divê meriv çi bike?

Ew mesele girêdayî malbatê ye. Gava di nav malbatê de mirovên ji kitêban hez bikin hebin û yên kitêban dixwînin hebin, wê zarok jî, ji kitêban hez bikin. Divê dê û bav bi sebir ji zarokên xwe re çîrokan bixwînin. Helbet divê çîrokên dixwînin li gorî emrê wan be. Divê bala wan bikişîne. Wê çaxê wê bê dîtin ku zarok ne muxalîfê kitêban e, ew hevalê kitêban e.

*Heta niha sê kitêbên te yên bi navên "Xezal û Qertel", "Kewa Gozel" û "Şînmorîka Zînê" ji Weşanxaneya Hîvayê der çûne. Di Şînmorîka Zînê de ji berga kitêbê jî dixuyê ku qerekterekî te Feqiyê Teyran e û te ruhê Feqî yê sewdaserê xwezayê li qerektera xwe yî sereke Zînê bar kiriye û em dibînin taliyê Zînê xwe digihîne Feqî. Feqiyê Teyran di warê edeba kurdiya kurmancî de xwedî xwemaliyeke wisa ye ku edeba me pê her serbilind e. Her wiha navê qerektera te yî serek jî Zînê ye ku ev nav jî di warê hez, jin û heqîqeta hezê de remzeke dêrîn e. Bixwegihandina Feqî re, mebesta te ji Zînê çî ye? Çima Feqî?

Feqî xweza û jîngeh e, yanî welat e. Feqî helbest e, yanî zimanê Kurdî ye. Feqî çanda bav û kalan e. Feqiyê Teyran zimanê Kurmancî bi şireşira ava çeman, bi dengê teyr û tilûran xemilandiye û bi sedêsalan e, di nav malên kurdan de li ser zimanê pîr û kalan kiriye mêvan. Zîn hesret û evîn e. Hesreta di dil de mayî, evîna qurmiçi ye, evîna nîvco ye. Divê hesreta Zînê bikewiya û bigihîşta welatê xwe. Divê evîna Zînê di nav dil de bikeliya ji nû ve bigihîşta evîndarê xwe. Hêviya me ew e. Kurdên bi hesret û evîn wê rojek bi zimanê xwe, bi welatê xwe şa bibin.

*Zarok derya û asîmanê sayî û saya ne, di gerdûna wan de stêr naxuricin, li semayan her li dar in, ji ber te li vê semayê hin stêr zêde kirin spas.

Spas ji bo hevpeyvînê. Serketin.

Berfîn Ayşe Ogut kî ye?

Di sala 1992'yan de li Qizilxaça Mûşê çêbûye. Xwendekara Beşa Civaknasiyê ye. Heta niha sê kitêbên wê yî zarokan ji Weşanxaneya Hîvayê der çûne û her wiha di kovarên kurdî de jî nivîsên wêjeyî dinivîse û wergeran dike. Her wiha ew û çend hevalên xwe bi navê "Bar" kovareke çandî û edebî amade dikin.

Berhemên wê ev in: Kewa Gozel, Xezal û Qertel, Şînmorîka Zînê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN