'Tûrîstan Tirkiye ji nexşeya seyrana xwe derxistine'
ÎZMÎR (DÎHA) – Piştî li Kurdistanê şer pêş ket, bandora xwe li ser bazirganiya kendavê jî kir. Li Kendava Alsancak a Îzmirê di 3 mehên ewil ên sala 2015'an de 7 hezar û 317 turist bi 7 keştiyan hatin kentavê, lê îsal heta vê meha Gulanê hêj keştiyek jî nehatiye peravê Kendava Alsancakê. Esnafê Alsancakê diyar kirin ku ji ber polîtikayên AKP’ê yên şer êdî turîst nayên Tirkiyeyê.
Îxtîdara AKP'ê piştî li Kurdistanê şerê navxweşî zêde kir û li Pirsûs, Amed, Enqere, Îstanbolê piştî teqîn pêk hatin, turîstên ku her sal dihatin Tirkiyeyê îsal Tirkiye ji nexşeya gera xwe derxistin. Şerê li Tirkiyeyê herî zêde bandor li ser welatiyên herêmê û aboriya Tirkiyeyê kir. Li Kurdistanê kurd ji cih û warên xwe bûn, xaniyê wan hatin xerakiri, li Tirkiyeyê jî esnaf û karker betal û birçî man. Bandora şer herî zêde li ser turîzma Deryaya Akdenîz û Egeyê çêbû. Li Îzmirê ku her sal bi deh hezaran tûrst dihatin îsal turîst nehatin. Li Kendava Alsancak a Îzmirê di 3 mehên ewil ên sala 2015'an de 7 hezar û 317 turist bi 7 keştiyan hatin kentavê, lê îsal heta vê meha Gulanê hêj keştiyek jî nehatiye peravê Kendava Alsancakê. Esnafê Alsancakê diyar kirin ku ji ber polîtikayên AKP’ê yên şer êdî turîst nayên Tirkiyeyê.
Teqînan gelê Îzmirê xistiye nava tirsê
Xwediyê bikaranîna Lîmana Alsancakê Selçuk Kartal, diyar kir ku xistina balafira şer a Rûsyayê û teqînên li Tirkiyeyê bandora xwe li ser turîstên Rusyayê û Ewropayê kiriye û wiha got: "Teqînên li Tirkiyeyê li ser gelê Îzmirê jî tirsek çêkiriye. Dema mirov li Metro, otobus suyar tê ango li cihekî girseyî be pirsa "Gelo" ji xwe dike.
Kartal, anî ziman ku ji bo aboriya Tirkiyeyê rast bibe û aramî pêş bikeve divê berî her tiştî li Tirkiyeyê aştî pêş bikeve û rastiya kurdan a li Rojhilata navîn bê qebûlkirin. Kartal, xwest têkoşîna demokrasî, hiqûqê bê dayîn. Esnafê Cafeyê Çektar Ucem jî anî ziman ku esnafên vir tevan îflas kiriye û turîzm pûç bûye.
'AKP dixwaze esnafan bike mohtacê xwe'
Ucem, anî ziman ku berî şer dest pê bike HDP wekî stêrkekê diçûrisî û piştî AKP'ê ev yek dît, polîtîkayên şer xist meriyetê û wiha got: "AKP dixwaze esnafan bi xwe ve girê bide û bike mohtacê xwe. Êdî kes nayê Tirkiyeyê.
(mae)