DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ hat pêşandan

 
2 Gulan
22:46 2016

AMED - (DİHA) - Li Amedê listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ hat pêşandan û xelatên pêşbirka teksta şanoya kurdî hatin dayin.

Li Şanoya Bajarê Mezin a Amedê listika şanoya ‘Bûn An Jî Nebûn’ a destpêkê hat pêşandan. Şanohezên bi baldariyek mezin listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ temaşe kirin û listok gelek ecibandin. Şanohezan li ser piyan ji bo lîstikvanan li çepikan dan.

Listoka ‘Bûn An Jî Nebûn’ peyva navdar a Hamlet “bûn an jî nebûn” vediguhere îroniyeke ‘jiyan an jî mirin’ a komeke şanoyê. Di listokê de piştî ku Varşova dikeve bin dagirkeriya Elmanyaya Nazîst şano tên girtin û hin şanoger tevlî rêxistina berxwedanê dibin. Di nav rêxistina berxwedanê de wateya ‘bûn an jî nebûn’ êdî bo şanogeran dibe wateyek di. Di listokê de şanoger li dijî Elmanyaya Nazîst bi hûnera xwe dikevin nava tevgeran. Şanoger li dijî sixurê Elmanyaya Nazîst listokekê amade dikin û ev listok ser dikeve.

Pişti listok qediya xelatên pêşbirka teksta şanoya kurdî ya ji hêla Şaredariya Mezin a Amedê ve hatiye amade kirin hatin dayin.

(cno-era/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN