DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Gelo dê Davutoglu sibê bikaribe li ber partiya xwe re derbas be'

 
2 Gulan
16:13 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevdîtinên ku hefteya derbasbûyî diviya bû ki Komîsyona Makeqanûnê de bihatana dîtin, lê ji ber buyerên ku qewimîn hat taloqkirin, dê ji nûve dest pê bike. Berî hevdîtina Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken axivî û bal kişand ser axaftinên Devutoglu yên wekî "Dê êdî li ber deriyê meclisê re derbas nebin" û ev tişt got: "Kesê ku dê sibê nikaribe li ber deriyê partiya xwe re derbas be, nikare gefa hûn dê nikaribin li ber deriyê meclisê re derbas bin li me bixwe."

Pêşnûmeya makeqanûnî ya ku ji hêla AKP'ê ve anîne rojevê û dixweza bi rakirina destnedana parlamenteran, HDP'ê li dijî meclisê bihêle, dê cara duyemîn hevdîtinên li Komîsyona Makeqanûnê bên dîtin. Berî hefteyekî pêşnûme hatibû rojeva komîsyonê, lê piştî AKP'iyan buyer derxistibû, pêşnûme taloqî vê hefteyê hatibû kirin.

Berî hevdîtinên îro, Serokê Komîsyona Makeqanûnê Mustafa Şentop, berî ku hevdîtin dest pê bikin bi endamên komîsyonê re civînek pêk anî. Civîna ku qasî saetekî dom kir, hat diyar kirin di civînê de di pêvajoya hevdîtinan de divê kîjan rêbaz bê destgirtin nîqaş hatin meşandin.

Berî ku hevdîtin pêk bên, Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê pêşketinên hefteya borî li Komîsyona Makeqanûnê de qewimîn û daxuyaniyên ji hêla hikûmetê ve hat dayîn de hin nirxandin hatin kirin.

'AKP pirsgirêkan derdixe'

Baluken aşkera kir ku tiştên li Komîsyona Makeqanûnê de qewimîn bi awayekî zanebûn HDP wekî berpirsiyarî tê nîşandin û wiha pêde çû: "Tiştên ku li Komîsyona Makeqanûnê qewimîn AKP'iyên ku wekî parastvanên Qesrê tevdigerin berpirsiyar in."

Baluken bersiv da daxuyaniyên Davutoglu yên wekî "Dê ev şêwirmendên Vandal careke din nekevin wan salonan. Ev kes dê li ber deriyê meclisê re jî derbas mebin" jî da û evtişt got: "AKP di nava şerekî desthilatdariyê ku buyer sê beşdan de digevize. Kesên ku dê nikaribin sibê li ber deriyê partiya xwe re jî derbas bin, gefa dê hûnê sibê li ber meclisê re derbas nebin li me dixwin."

Hêj hevdîtinan dest pê nekir lê, di hevdîtinên ku îro hatin kirin de tê gotin ku dê ji derveyî şêwirmendên wekîlên endamê komîsyonê, dê şêwirmendên cuda neyên girtin. Her wiha dê wekî hefteya borî vê hefteyê di hevdîtinan de ji derveyî çapemeniya nivîskî, dê çapemeniya bi dîmen neyê giritn.

Dihat gotin ku hevdîtinên komîsyonê saet di 15.00'an de dest pê bike.

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN